Hesab û kîtabên desthilatdaran û dewlet neteweyên kastîk qet xelas nabin – Beşê 1
Leyla Amûdê

Em careke din tekez dibin di mijara sûdmendiya hêza desthilatdar û dewletê de ku hîn zelaltir dertê berçav bê ka çawa xwe weke xencerê di nava pişta civakê de çikilandine û wê ber bi ser kaşekî pir bilind û xeternak ve dibin da ku dawiyê li hebûna wê bînin. Hêzên navneteweyî û dewletokên di nav çerx feleka wê de dizivirin hênase li civakê çikandine, reng, rû, beden, derûnî û tenduristiya civakê hemû serûbinî hevdû kirine. Tekez divê were zanîn ku civaka ewqasî di nav komkujiyan re derbas bibe wê ti tiştekî wan bi ser hev nemîne û wê weke mirîşka ku tu serê wê jêbike û di cihê xwe de biperpite û can bide.
Civak ewqasî şerpeze û perîşan bûye ku hew dikare xwe li ser lingan bigire. Xwe di nav çiraveke kûr de his dike. Yekem kujerên kastîk çavên jin û civakê bi çekên ku di nava xwezayê de peyda kiriye ditirsîne. Her çiqasî weke pêşeng jin- dayikê berxwedanî kiriye çeka ku zilamê nêçîrvan keşf kiriye û bi ezmûna xwe ya ji kuştina sewalan girtiye, çavsoriyê li jinê dike, çavên wê ditirsîne. Piştî jina pêşenga civakê bû yan jî pêşenga klan û komînê bû, klan û komîn jî ditirse û weke ku Rêber Apo gotiye tirs mirovan dike kole. Naxwe jin ji tirsan re û di şexsê jinê de civak jî bûye kole.
Weke em ji mamoste, civaknasê heqîqî û rastgo, Rêber Apo fêr bûn e 30 hezar sal e di serî de jin û civaka li dora jinê teşe girtiye di nava komkujiyan re derbas dibin. Wiha li wan hatiye ku şaşwaz bûne. Lê cardin jî pergala baviksalar û kujer gewriya wan terk nake. Pergala kujerê kastîk di destpêkê de çavên jin û civakê bi çekan tirsand û serweriya xwe jî bi çeka zorê li ser wan sepand. Lê paşê û bi demê re hejmara mirovan zêde dibe. Zilam dibîne ku bi kuştina mirovan tenê naçe serî û vê care jî taktîkên xwe diguhere. Li şûna jin û zarokan bikuje wan bi kar tîne û dike karkerên çandiniyê. Jixwe ciwanan jî dike şervanên ku bi hêza wan talan û dagirkeriya xwe xurt bike.
Ev e hunerên li welatê Sumeran û bi melîkiya- keyîtiya Gilgamişê gir û bihêz hatiye pêkanîn. Zilamê kujerê kastîk xwe weke zayend li ser jin û di şexsê jinê de jî li ser civakê daye ferzkirin. Li şûna tirsa kesayetî û bi çekan, tenê weke hevkarê xwe xwedayên bihêz dane çêkirin. Vê carê jî li kêleka Gilgamiş, Sargon, Nemrûd, Hemurabî, Firewn û Asurbanîbal atine çêkirin. Ji bo ji serê mirovan kelehan çêbikin, li şûna tirsandina jin, klan û komînê gelan didin tirsandin û dibin xwedayê Azem ên nayên hilweşandin. Berxwedêrên weke Kawayê Hesinkar li hemberî wê zilmê serî rakir û keleha navdar li Nînowayê hilweşand.
Wê demê pêwîst bû ku kujerên kastîk ji xwe re rêbazên cuda bibînin, xwe li ser hişmendiya jin û civakê ya dibêje: “Her tişt di nava xwezayê de zindî ye” serwer bikin. Ruhberên bi zimanê rahib û şamanan fikrên olperestî û xwedayê li ezmanan di hişê mirovan de pencereyek vekirin, di hêla bîr, bawerî û fikir de civak kirin koleyên nû. Piştre neteweperestî li ser olperestiyê zêdekirin. Ji wir jî ber bi ferdperestiyê ve çûn. Jixwe zilamperestî her di serê hemû têgehên perestiyê de ye. Ev hişmendiya perestiyê daxistin xanedan, malbat û ferd ku îro pergala sermayeparêz xwe li ser bi cih kiriye. bi vî awayî ruhê jin û civakê distîne. Jiyan li mirovahiyê kiriye weke dojeha sor û xwe jî kirine zebaniyên li ber deriyê wê dojeha wê civakê û xwe jî di nav de bişewitînin.
Pergala desthilatdar a kujerên kastîk ku 500 sal e xwe bi navê pergala cîhanê ya nû serwer dikir ketiye nava krîz û kaoseke pir kûr. Tevî gelek rê û rêbaz bi kar anîn jî, pir zehmet e xwe ji nav wê dojeha ku wan bi xwe agirê wê dadaye xelas bike. Wê pergala sermayeparêz bi heman hişmendî û heman rêbazên kujerê kastîk qet nikaribe xwe xelas bike. Wê di nav agirê xwe de bişewtin û têk biçin. tevahî desthilatdar û dewletên rêbaza pergala sermayeparêz hilbijêrin wê rastî heman aqubetê werin.
Rêbazê herî rast jî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje. Ev 52-53 sal e ku li ser diponije û dahurandin dike. Ji wan 52 salan jî bi taybet di 27 salên dawiyê de têkoşîn û kedeke bêhempa ku di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin daye. Ev zêdetirî salekê jî heye ku destê xwe ji bo çareseriya aştî û civaka demokratîk dirêjî dewleta Tirk û mirovahiyê kiriye. Dibêje ku dema şer û tundiyê ji zû ve bihuriye. Her tevî ku hin kesên dilxwazên aştî û demokrasiyê hebin û hin hewldanan dikin jî careke din ew hişmendiya kujerên kastîk weke nexweşiya pençeşêrê xwe di bedena hêzên desthilatdar û sermayeparêz de nû dike û her ketine hewldana xerabkirina pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo raber kiriye.
Ez herî dawiyê jî wiha tekez dikim û dibêjim ku dema hatiye ew hişmendiya weke nexweşiya xerab a weke peçeşêrê di binî re xwe nû dike divê were jêkirin. Dermanê wê jî yekîtî û vîna gelan a yekpare ye. Dibe ku hinek beş ji nava gel wiha jî bihizirin û bibêjin ku yekîtî û xwişk-biratiya gelan jî encam negirt. Ez jî dibêjim yekîtî û xwişk-biratiya gelan wiha bi çend salan wê tekez çênebe. Ji ber hişmendiya dewlet neteweyê bi kûrahî bandora xwe li ser civakan kiriye. Em weke Kurd divê tenê lome ji gelê Ereb nekin. Ji ber ev nexweşiya hemû gelan e. Ew jî berhema siyaseta dewletê ye û pêwîst e em xwe jî weke Kurd ji derveyî wê hişmendî û siyasetê nebînin.
Her çiqasî weke xelk û alemê nebe jî bi qasî xwe weke netewe ew hişmendiya neteweperestiyê me ji dewletparêz û feodalên Kurd girtiye. Divê em vê rastiyê qebûl bikin û xwe jê rizgar bikin. Ji bo em projeya Rêber Apo pêkan bikin ev pêwîst e. Ji ber em jî weke netewe di nava cîhana mirovan de dijîn, wê hişmendiya wan me weke netewe bêpar nehişta. Jixwe tê zanîn bê çawa li ser Rêberê Gelê Kurd komployeke nevneteweyî çêkirin. Mebesta wan jî ew bû ku fikir û ramanên xwe yên sermayeparêz a di netewe dewletê de bi gewde bûye li ser ferz bikin. Lê Rêber Apo li hemberî paradîgmaya wan hêzên navneteweyî serî netewand û paradîgmaya neteweya demokratîk pêş xist. Di encama wê de Rêberê me îro di nav tecrîdê de ye.




