Heqê kesî nîne zarokên Kurdistanî ji zimanê wan ê Kurdî dûr bigire
Rêzan Masîro

Bêguman ferq û cudatiya civakan a ji hev jî bi saya ziman pêk tê. Yanî metabolîzmaya civak an jî gel ziman e û bi ziman li ser lingan dimînin. Mirovek dema zimanê xwe ji bîr dike hebûn û aîdîyeta pêve girêdayî dikeve xetereyê. Êdî di cewher de dibe xerîbê civaka xwe û dibe kesek ji civaka ku bi zimanê wê diaxife. Jixwe serdest û dagirker ji bo gelekî tine bikin, bi êrîşên fizîkî ve girêdayî sereke êrîşî zimanê wî gelî kirine.
Di vê mijarê de minaka herî berbiçav rewşa gelê Kurd e. Gelê Kurd, bi Peymana Lozanê di welatekî çar parçeyî de û di her parçeyekî de ku polîtîkayên cuda dihatin meşandin; lê belê momenta hemû yan jî li ser tinekirin û asîmîlekirinê bûn jiya. Li hemberî gelê Kurd piştî komkujiyan destpêkê êrîşî ziman kirin. Dagirkeran, di dibistanên xwe de, bi darê zorê zarokên Kurd fêrî zimanê xwe yên fermî dikirin. Ew polîtîka jî herî zêde li Komara Tirkiyeyê ya her tim ji devê rayedarên wan ti dibêjî qey ayetên pîroz in ku tên dubarekirin “yek dewlet, yek ziman yek netewe, yek al” û li gorî pêvajoyan wan yekyekên xwe zêde dikin, asta êrîşa li ser gelê Kurd bê hed û hesab bû.
Dewleta Tirk bi hin mirovên xwe yên qaşo pispor û zimanzan teoriyên balkêş -dibe ku wan bi xwe jî pê bawer nedikirin- derdixistin holê.
Êdî bombebaraneke fikrî ya wer ecêb kirin meriyetê ku gelê Kurd şerm bike bi zimanê xwe biaxive. Rayedar, polîs û leşkerên li Kurdistanê wezîfedar zexteke bêsînor li ser mirovan bi rê ve dibirin da ku bi Tirkî biaxifin. Li hember mirovên nizanîbûn bi Tirkî biaxifin, pêkutiyên biçûkxistinê û êşkenceyeke hovane hebû.
Lewma di gelek mirovan de fêrbûna zimanê Tirkî rêya xwerizgarkirina ji zext, êşkence, biçûkdîtinê bû. Mamosteyên dibistanan zarokên xwendekar tembîh dikirin da ku li malen xwe jî bi Kurdî neaxifin. Ji bo mirov bibe medenî, ji mecbûrî tê dest ji Kurdî berdaba, tê fêrî Tirkî biba û di her qadên jiyanê de bivênevê tê bi Tirkî axivîba.
Bi pêşketina Tevger Azadiya Kurdistan re gelê Kurd careke din ku vegeriya ser rastî û heqîqeta xwe, êdî ew dîwarê ku dewleta Tirk danîbû pêşiya zimanî wî hilweşand. Bêguman di roja me ya îro de ku êdî ji her deman zêdetir gelê Kurd gihiştiye merheleya azadiyê kêm be jî ku di hin şexsiyetan de tevî bi zimanên xwe yên dayikê “Kurdî” dizanin jî bi israr dest ji Tirkî bernadin wek diyardeyeke sosret xwe nîşan dide. Li gorî lêkolînên zanistî di hin mirovan de feraseta bûyîna weke serwerê xwe li pêş e. Yanî axaftina bi zimanê serwerê xwe, teqlîda jiyana serwerê xwe di mirovên bi salan di bin dagirkeriyê de mane weke rêyeke xwe rizgarkirina ji atmosfera bindestiyê tê qebûlkirin.
Heqê kesî nîne zarokên Kurdistanî ji zimanê wan ê Kurdî dûr bigire û zimanekî din fêrî wan bike. Bi heman awayî di her platformeke civaka Kurd de tevî zimanê xwe jî ku dizane bi zimanê serweran axaftin, şermeke mezin e, li hemberî dayikên Kurd.
21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li her deverên Kurd lê dijîn bi coş û heyecaneke mezin tê pêşwazîkirin, di berbanga azadiya gelê Kurd de ji Rojhilat heta Rojava, ji Bakur heta Başûr bi reng û peyvên Kurdî mizgînî ye ji bo gelê Kurd.




