Hejmara nû ya kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ derket

Hejmara nû ya kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ya gaziyên şer bi şîara “Şehîdên me soza me ya rûmet û mirovatiyê ne” derket.

Hejmara heştan a kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi şîara “Şehîdên me soza me ya rûmet û mirovatiyê ne”  derket.

Di kovara her du mehan carekê bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kar û xebatên gaziyên şer, nivîsên îdeolojîk, teorîk, û siyasî cih digirin.

Di beşê ji bo xwendekaran a hejmara heştan a kovarê de wiha tê gotin, “Îro hê zêdetir hatiye dîtin û fêmkirin ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê dide ber mirovatiya azadîxwaz û ji bo jiyana bi sedê salan mirov bi hesreta wê ne model û mînakeke herî bi qîmet û pîroz e. Ev helbet nîşan dide bê bîrdozî, felsefe û ramanên Rêber Apo ji bo jiyana azad û wekhev a gelan çiqasî pêwîst in. Lewma ya dikeve ser milên me ew e, em şoreşa bi xwîna hezaran şehîdan û berdêlên giranbiha yên gaziyên şer ava bûye heya dawiyê biparêzin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button