‘Hedefa me ya yekemîn rizgarkirina Efrînê ye’

Gaziyên herêma Efrînê gotin, “Weke gazî û bi taybet gaziyên Efrînê ya ji me tê xwestin ew e em Efrînê rizgar bikin. Ev ji bo me xwestek û hedefa yekemîn e. Tevahî kar û xebatên me di vê çarçoveyê de tên meşandin.”

 

Gaziyên herêma Efrînê ji Ragihandina Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re axivîn.

Yek ji gaziyên herêma Efrînê Agir Çiya anî ziman ku ji nahiyeya Şera ya Efrînê ye û wer dewam kir, “Destpêkê em di nav refên YPG’ê de bûn. Me tenê dixwest em bibin şervanekî gelê xwe û di eniya şer de cih bigirin.” Agir Çiya destnîşan kir mirov piştî dibe gazî, barê wî girantir dibe û wer domand, “Rêber Apo gaziyan weke şehîdên zindî û sax in pênase dike. Pêwîst e em jî layiqî wî navî bin. Rêber Apo her wiha diyar dike ku yên şoreşê bi ser bixin û pêş bixin gazî ne.”

Agir Çiya di dawiya axaftina xwe de got, “Em niha di nav xebatên gel de cih digirin. Em perwerdeyê didin gel û di heman demê de gel jî me perwerde dike. Dîsa em moral ji hev digirin. Weke gazî em perwerdeyên xwe yên xweser jî didomînin. Em xwe ji xebatên perwerdeyê dûr naxin. Gazî dikarin ji bo Rêberê xwe, şehîd, gel û axa xwe bi her karî rabin.”

‘Gazî divê erka pêşxistina têkoşîna azadiyê bîmeşînîn’

Gîvera Şoreş jî da xuyakirin ku di şerê parastina Efrînê bûye gazî û got, “Di nav têkoşîn û şoreşa me de nirxê herî bilind û pîroz şehîdên me. Piştre jî gazî ne. Ji hêla din ve jî em gaziyên gelê xwe ne. Ji bo parastina gel û xaka xwe me parçeyek ji canê xwe daye.”

Gîvera Şoreş anî ziman gazî divê di nav civakê de bi şeklekî tenzîmkirî, bi exlaqekî baş û tarzekî şoreşgerî tevbigerin û ev xal destnîşan kir, “Ji bo em bibin layiqî nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî gazîtiyê hewce ye em wer tevbigerin.”

Gîvera Şoreş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona gaziyan û got, “Gazî divê erka pêşxistina têkoşîna azadiyê bîmeşînîn. Divê li her qada têkoşînê karibin cih bigirin û xebatan bimeşînin. Hewce ye timî bi nîzam û disîplîn tevbigerin. Pêwîst e, em taybetmendiyên şoreşgertiya Apoyî di xwe de ava bikin û pêş bixin.”

‘Ya ji me tê xwestin rizgariya Efrînê ye’

Gîvera Şoreş da xuyakirin ku piştî bûye gazî kêmasî û tevlîheviya di jiyana xwe ya berê de derbas kiriye û di vê mijarê de behsa girîngiya perwerdeyê kir. Gîvera got, “Bi rêya perwerdeyan em dikarin bêjin ku em ji xwe bihurîn. Ji bo xizmeta vê şoreşê heya dawiyê em ê têkoşîn û xebata xwe bidomînin. Weke gazî û bi taybet gaziyên Efrînê ya ji me tê xwestin ew e, em Efrînê rizgar bikin. Ev ji bo me xwestek û hedefa yekemîn e. Tevahî kar û xebatên me di vê çarçoveyê de tên meşandin.”

Gîvera Şoreş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li aliyê din ji bo hîn baştir rêxistinkirina civaka me, gelê me karibe hîn bêhtir xwe bi xwe bi rê ve bibe em kar û xebata xwe didomînin. Civak û gelê me pir qîmet dide gaziyên xwe. Ji lewra divê em jî li gor vê qîmetdayînê di xeta şoreşgerî de bimeşin û xwe pêş bixin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button