Girîngiya parastinê di nava civakê de

Lava Eyo

Di civakê de parastina cewherî nirxek ji nirxên pir giranbiha ye. Her mirovek yan jî ferdek ji nav civakê, jin dibe yan jî mêr dibe teqez divê ji milê xwe de hebûna xwe weke mirov û civak biparêze.  Di heman demê de pêwîst e xwezayê jî weke mala xwe zanibe û biparêze. Weke çawa xwedî li xwe derdikeve û diparêze hewce ye dayika xwe “xwezaye” jî biparêze û xwedî lê derkeve.

Pêwîst e were zanîn ku pêdiviya hemû hebûnan bi parastinê heye. Ji hemûyan jî zêdetir pêwîstiya mirovan pê heye. Çêlikên mih, xezal û çêlek û hwd. sewalan piştî tên dinyayê bi çend kêliyan radibin ser xwe û dimeşin.  Lê zarokên mirovan heya 15 salî pêdiviya wan bi xwedîkirin û parastinê heye. Her wiha mirov li hemberî germê, sermê û xwezayê hebûna herî lawaz e.  Ji ber vê jî pêdiviya xwe bi xweparastin, têrkirin û zêdekirinê heye. Ev pêdivî jî di civakbûnê de tê dabînkirin.

Di civakbûnê de jî rola esasî ya dayikê ye. Civak di destpêkê de li dora jina xwedawend bi gewde bûye û heya roja îro hatiye. Jin timî jî ji bo zikê zarokan û ferdên li dora xwe têr bike, dest bi keşfkirina xwezayê dike. Di heman demê bi rola parastina wan jî radibe. Taybetmendiyên jin û xwezayê dişibin hevdu. Her du jî fedakar û bi bereket in. Lewma jinê dişibînin xwezayê.

Piştî mêr serwer bû, jiyana civakê di şexsê jinê de ket xeteriyê. Şer, talan û kuştinan  dest pê kir.  Civakê jî di şexsê jinê de li hemberî desthilatdaran xwe parast. Her wiha ew şerê ku bi her du bira yên bi navê Habîl û Qabîl, dest pê kir bi demê re bû weke çandekê. Bi milyonan mirov di van şeran, jiyana xwe ji dest dan. Di roja me de jî di van şerên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe gur dikin de bi sedan mirovên bêguneh têne kuştin.

Rêber Apo helwesta xwe ya li hemberî şer û kuştinê her tim tîne ziman, têkildarî sedemên wan tehlîl û nirxandinên pir girîng dike.  Rêber Apo ku bi salan e ji bo xwişk û biratiya gelan têkoşînê dimeşîne, bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re pêvajoyeke nû da destpêkirin. Rêbertiya me weke her dem ji mirovahiyê bi hêvî ye ku xwe bikin yek û ji bo pêvajoya çareseriyê têkoşîn bikin.

Di serî de em weke gelê Kurd û jin, hewce ye tevahî gelên bi hesreta azadiyê ne ji bo pêvajo bi serketinê tacîdar bibe têkoşîneke pir xurt bimeşînin.  Ji bo em layiqî ked û têkoşîna Rêber Apo ya zêdetirî nîv sedsalê ye didome bibin, divê em kar û xebateke li gor pêvajoyê bimeşînin. Ji bo parastin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê em di nav hewldanên mezin de bin.

Hewce ye em xwe li ser xeta fikir û ramanên Rêber Apo perwerde bikin.  Ji bo em zanibin çawa xwe biparêzin ev xisûs pir girîng e. Di van rojên em dikevin 27’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê de ji bo parastina civaka xwe û xaka xwe ya ji me re herî zêde pêwîst e, ew e ku em xwe bi bîrdoziiya Rêber Apo gurçûpêç bikin, fikir û ramanên Rêbertî bigihînin her gel û baweriyê.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button