Gelo Kîjan Heval Niha Li Ser Girê Miştenûr Govenda Azadiyê Digerîne
- Gaziyê şer yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newal Botan ku di şerê Kobanê de maye dibîje, “êdî em bibûn şervanên herî esasî yê Pergala Netewa Demokratîk û me di oxira wê de perçeyek ji laşê xwe dabû.”
Newal Botan:
“Bi destpê kirina Şoreşa gelan re; xewnên ku em ketibûnê, weke ku bi milyonan kes di carekê de bang bikin û bêjin “rabin êdî xewna azadiya Kurdan dibe rastî” gelê Rojavayê Kurdistanê em ji xewnê şiyar dikirin û xewna me hemû Kurdan dikir rastî. Di nava Şoreşê de yê herî zêde bala me dikişand jî tevlîbûna jinê û rola wê a di nava Şoreşê de bû. Dema me dîmenên jinên YPJ‟yî didîtin, weke ku em rastî dîmenê xwedawendên gelên kevnar û çanda dayikxwedend dihatin, em serbilind dibûn û me hêz digirt. Bi berdewamiya Şoreşê re ji wan jinên dil paqij ku her roj xeyalên me yê azadiyê dihûnandin, şehîd diketin. Çiqasa em ne li cem wan bin jî, bi bihîstina her şehadetekê re kezeba me dişewitî û vijdanê me agir digirt. Di Şoreşa Gelan de hinek jinan canê xwe ji bo me feda dikirin û bi hêviya ku; wê jinên ciwan çeka wan hildin. Ji vê cîhanê koç dikirin. Rûyê ken yê her jineke di Şoreşa Gelan de ciyê xwe digirt, ew hêvî ji me re radigihand. Me jî wî hêviyî di kûrahiya dilê xwe de hîs dikir. Salek piştî Şoreşê, têkoşîna gelê Kurd a li tevahî Kurdistan û cîhanê zorî dida vîjadana me û bi îsrar digot: “serî hildin!” Çiqas me dixwest pey xeyalên ku li me hatibûn fêr kirin biçin jî ew denga ku digot; “Serî hildin!” xwe li ser vîjdana me serwer dikir û berê me dizivirand xeyalên Şoreşê û şoreşgertiyê. Li dijî zulm û zoriyê êdî tehemûla me jî nemabû. Ji bo me jî weke gotina meşûr a dibêjin; “êdî kêr gihîştibû hestî” sebir û hedar nemabû. Bi heyecan û pêşketina Şoreşê re êdî dema serî rakirinê hatibû. Li ser wê esasê di sala 2013‟an de cara yekemîn min pê li axek azadbûyî, kir.
Êdî Ez Jî Bibûm Şoreşgerek Û Şansê Dîtina Wargeha Azad Rojava
Dema min cara yêkem lingê xwe avêt Rojava, ez şaşmayî mam. Erdnîgariya Rojava û bi taybetî herema cizîrê heya digihîje Kobanê, tev deştek bê ser û bin bû. Bi hatina havînê re ew deşta bê binî dikelî û di germahiya rojê de weke ku mirov bişewite, mirov nedikarî deqeyekê jî li ber rojê raweste. Di wê kele kela germa havînê de yê dilê min hênik dikir; kenê li ser rûyê gel bû. Heyecana azadiyê ne tenê di dilê me, di dilê gelê Rojava de jî gul û gulîstan vekiribûn û ji kêfxweşiya wan diyar bû ku çar demsalên salê di dilê wan de buhara bi gul û sosine. Lewra germahiya Şoreşa azadiyê nedihîşt em bi germahiya deşta bê ser û bê binî a Rojava bihesin. Gel ji tevlîbûn û şerkeriya me, me jî ji welatparêzî, fedakarî û rûyê timî li ken yê gel kelecan û coş digirt. Bi wî awayî me hev temam dikir û bi hevre dibûn xeleka ji pola; a ku her roj Şoreşê bi pêş de dibe û her roj gel û jinan bêtir nêzî azadiyê dike. Bi wê coş û kelecanê me her roj gav pêş de davêt. Êdî ez jî bibûm şoreşgerek û şansê dîtina „wargeha azad Rojava‟ jî keitbû destê min.
Ciwanên Kurdistanê Weke Lehiyê Diherikîn Kobanê
Rojên destpêkê yên Cotmeha 2014‟ an li Kobanê şerek pir dijwar diqewimî. Çeteyên hov bi hevkariya dewleta Tirk û bi kadroyên xwe yê herî bi tecrûbe, perwerdekirî û pispor tevî kontrayên ku dewleta Tirk perwerde kiribûn; êrîşî Kobanê dikirin. Di destpêka Tevgera Azadiyê de Rêber APO cara yekem lingê xwe avêtibû ser axa Kobanê û bi wî awayî Şoreşa Kurdistanê li ser lingan girtibû. Bi wê munasibetê çirûska destpêkê a Şoreşa Gelan jî li Kobanê hatibû pêxistin û bi 19‟ê Tîrmehê re li tevahî cîhanê deng vedabû. Gavên destpêkê yê Şoreşa Rojava ku ji tevahî gelên bindest re bibû hêvî, li Kobanê hatibû destpêkirin. Dijminê hov ku timî tepisandin û koletiyê li ser me ferz dike, di ferqa wê rastiyê de bû. Ji ber wê jî weke berdewama xeleka koletî û bindestiyê, dixwest tepisandina Şoreşa Rojava jî li Kobanê destpê bike. Bi êrîşa li ser Kobanê re dijmin dixwest xeleka azadiyê ya ji pola biqulibîne xelekek ji xelekên koletiyê ya herî dawî û ya herî qewîm. Çawa ku ji bo me Kobanê xeyala azadiya bêdawî bû, ji bo dijmin jî xeleka kolekirin û tepisandina bêdawî bû. Lewra li kêlek berxwedana bêhempa, siyasetek pir qirêj dihat meşandin. Bi êrîşên li ser Kobanê re rûyê qirêj yê wan polîtîkayan jî derketibû holê. Li dijî dagîrkeriyê weke Tevger me jî sonda berxwedanek bêdawî dabû. Çi dibe bila bibe, me yê nehiştiba ku cardin xeyalên azadiya gelê Kurd were perçekirin û were vala derxistin. Teqez pêwîst bû ev xewn bibe rastî! Li ser esasê biryara berxwedana bêdawî a Tevgera Azadiyê, gelê Kurd û ciwanên Kurdistanê weke lehiyê diherikîn Kobanê. Kobanê bibû kelha Berxwedana sedsalê, ciwanên Kurd jî yek bi yek ew çem bûn ku berxwedan bi hêz dikirin. Weke hemû şoreşger û ciwanan hêza berxwedanê dilê me û hestên me jî ber bi xweve dikişandin. Êdî hemû xewn, xeyal û aramanca me jî di berxwedana sedsalê de ciyê xwe girtin bû. Di wan rojên ku nû berxwedan destpêkiribû de; Di rojên destpêka meha Cotmehê de me bihîst ku tabura ş.eşref em derbasi kobanê bûn. Bi bihîstina xeberê re di carekê de kêfxweşî û xem ketibû dilê me. Ev; di heman demê de xemgîniya xatirnexwestina ji hevalên me bû. Li aliyêdin jî pirsên weke „gelo emê jî biçin? gelo emê li wir yan jî carekdin li cihekdin wan hevalan bibinin? ‟ Dema em bi rêketin bi demek kin, çawa em gihîştin wargeha hevalan, me agahî girt ku em jî diçin Kobanê. Me ew xebera xweş ji heval Yilmaz girt. Ji kêfxweşiyan me nedizanî em li kur rûnin û çi bikin. Kêliyekê jî me nedikarî em di ciyê xwe de bisekinin. Bi bihîstina xebera çûna „Kobanê‟ re me westandin û rûnişkandin ji bîr kiribû. Heta wisa li me hatibû ku bi germahiya çûyîna Kobanê re, em pênehesiyabûn ku em kengê û çawa li wesayitê siwar bûne.
Şer Her Diçû Dijwar Dibû
Piraniya hevalên em diçûn Kobanê; çiqas li herema Cizîrê tevlî gelek pêngavan bûbin jî, tecrûba me ya şer pir kêm bû. Em hemû hevalên ciwan bi dilek tijê bawerî û kelecan ber bi kelha berxwedanê ve bi rê diketin. Me pêşketin û nûçeyên di derbarê Kobanê de pir meraq dikirin. Li kur derfet diket destê me, yan bi riya radyo yan jî bi riya TV me hewil dida ku pêşketinan fêr bibin. Beriya em derbasî Kobanê bibin, li ciyekî em ji bo bêhnvedanê sekinîn. Di wê dema bêhnvedanê de em tev li ber nûçeyan rûniştibûn. Di TV de nûçeyek lezgîn hebû. Bi vekirina TV re yekser çavê me bi nivîsê ket. Di nûçeya lezgîn de wiha derbas dibû, “li dijî koletî û dagîrkeriya çeteyên DAIŞ‟ê li girê Miştenûr a Kobanê Arîn Mîrkan çalakiya fedaî lidar xistiye, di encama çalakiya fedaî ya Şervana YPJ‟ ê Arîn Mîrkan de gelek çete hatine kuştin.” Şer her diçû dijwar dibû. Dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî Kobanê dikir û dixwest hemû şoreşger û têkoşerên Kurdistanê di Kobanê de bifetisîne. Li dijî wê fetisandinê; heval Rêvana Rojava û heval Arîn Mîrkan çalakiyên fedaî lidar xistibûn. Dema me çalakiya heval Arîn bihîst; me hem hêzek pir mezin girt, hem jî dil û mêjiyê me bi hêrs û kînek pir mezin tije bû. Çalakyia heval Arîn ji bo me tevan peyama berxwedanê û berdewamiya têkoşînê bû. Çalakiya heval Arîn peyama serkeftinê, peyama ku ji xwedawend Zîlan hatibû bû. Çalakiya heval Arîn peyama azadiya Kobanê bû. Bi bihîstina çalakiya heval Arîn re êdî hedara me a mayinê nemabû. Ji ber wê jî yekser em derbasî Kobanê bûn. Li kêlek peyama çalakiya heval Arîn di ketina Kobanê de li ser sînorê Bakur û Rojava em rastî peyama gel jî hatin. Gelê Bakurê Kurdistanê li dijî dagîrkeriyê bi hemû hêza xwe li ser sînor li berxwedida û sînor ji dijmin diparast. Dema me gel û çavên wan yên tije hêvî temaşe kirin, me peyam û emrê serkeftinê girtibû. Teqez ji bo tolhildan û hesappirsîna ji dagîrkeriyê, pêwîst bû em hêviyê gel pêkbînin; da ku em karibin bibin rêhevalên Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava.(KOBANE)
Dijmin Nedikarî Pêş De Were
Dema em gihîştin Kobanê, em rastî tabloyek pir ecêb hatin. Di fîlm û belgefîlman de em gelek car rastî dîmenên bi wî awayî hatibûn. Em wan deman gelek tesîr nebibûn lê li Kobanê me zindî zindî ew dîmen bi çavên xwe didîtin. Bi temaşekirina wan dîmenan re geh em di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn, geh di şerê cîhanê yê sêyemîn de bûn ku navenda wê Kobanê bû. Dengê çek, tang û topan carna di kêliyekê de Kobanê tev dihejand. Bi wê teqînî û dengê fîşekan re gelek caran em rastî dengê nalîna birîndarekê/î dihatin, carna jî me li henaseyên dawî yê şehîdekê/î gohdarî dikir û bi baldarî me li devê wî temaşe dikir ku dixwaze di dawiya jiyana xwe de çi bêje. Dijmin nedikarî pêş de were. Ji bo wê jî destpêkê bi çekên giran û wesayitên teqemeniyê ciyê ku bikeviyê wêran dikir û diketiyê. Dema em gihîştin Kobanê roja cejna qurbanê bû. Çeteyan gotibû; “emê nimêja cejnê li Kobanê bikin” û Erdogan jî qîr dikir û digot; “Ha Kobanê ket, Ha wê bikeve!”. Li eniya şer jî yek deqeyê şer û pevçûn nedisekinîn. Li Miştenûr di heman rojan de bi pêşengtiya heval Arîn û heval Rêvana destana qehremantiyê a Miştenûr hatibû nivîsandin.
Em Bibûn Şervanên Herî Esasî Yê Pergala Netewa Demokratîk
Me sala 2015 meha yekemin dest bi hemla Miştenûr kir. Hemle şevek berxweda, dema hemle destpêkir bi moral û dilanê em cûn ser dijmin. Ez jî tepê Miştenûr brîndar bûm, ez seet 10 bû çûm çihê nobetê piştî niv seet min fîşeka suîkastê qiriqa xwe de xwar. Heval dijwar ji bo ku min xilas bike hat min derbasî nexweşxaneyê kir. Piştî 3 meh şunda min çavê xwe vekir, deste min linge min bê hareket bû min nedikariya rabim ser xwe. Dema min çavê xwe vekir hîsekî pir çuda bû piştî wî ez mehek din rabûm ser piya lingê min çêbû lê belê destê min çênebû. Êdî em bibûn şervanên herî esasî yê Pergala Netewa Demokratîk û me di oxira wê de perçeyek ji laşê xwe dabû. Weke diho, îro jî em bi wê îdea û bîr û baweriyê dimeşin. Weke Rêbertî dibêje: “Gazî şehîdên nemir in!” armanca me û hemû têkoşîna me niha ji bo wê ye ku, em karibin layîqî wê gotin û watedana Gaziyan a Rêbertî bin.”