Gelê Kurd pêşengiya serdema azadiyê dike
Arîn Koçer

Piraniya gel di encama têkoşîn û berxwedaneke mezin de gihiştine azadiyê û welatê xwe rizgar kirine. Di wan berxwedanan de gelek pêşeng û şoreşgerên ev evîndarên ax û gelê xwe heya hênasa xwe ya dawiyê şer kirine û ji bo serketinê canê xwe jî feda kirine. Ew kes bûne sembola azadiyê û bi şehadeta xwe xwe rêya gelê xwe rohnî kirine.
Di şoreşa Kurdistanê de bi hezaran hevalên me şehîd bûne. Em bixwazin nexwazin jî hê şer û pevçûn li welatê me berdewam dikin. Hîn jî rojane şehîd û birîndarên me çêdibin.
Di dîroka Kurdistanê de gelek pir serhildan çêbûne. Lê mixabin rastî şikestinan hatine. Piştî her serhildanekê komkujî, sirgûn û talan li ser gelê Kurd hatine meşandin.
Dema Rêber Apo dest bi têkoşînê kir, gelek kesan digotin, wê ev serhildan jî têk biçe. Bêguman qet weke ku wan texmîn dikir derneket.
Tevgera Azadiyê xwe bi demê re mezin kir, bi tevahî mirovahiyê da naskirin. Îro jî Tevgera Azadiyê mijara sereke ya cîhanê ye. Serhildana Kurdan a herî serketî jî di pêşengiya Rêber Apo de pêş ket. Qedera gelê Kurd guhert û ew ji tarîtiyê derxist ronahiyê.
Di şoreşa Kurdistanê de kesayetên xwedî taybetmediyên pêşeng derketin holê. Ji tunebûnê hebûn çêkirin.
Îro jî em dibînin ku her kes gelê Kurd nas dike. Bi hurmet û rêzdarî nêzî mirovên Kurd dibin. Gelê Kurd êdî çarenûsa xwe bi destê xwe xêz dike. Pêşengiya serdema azadiyê dike û ji bo pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk bi serketî bi encam bibe di nav hewldanên mezin de ye.
Kurdan xwe ji guhertin û veguhertinê, re amade kirine. Li ser xeta berxwedanê têkoşîn dikin. Welatpareziya gelê Kurd, îro ji her kesî re bû nimûne û em roj bi roj em nêzî serketinê dibin.
Bi vê wesileyê jî ez tevahî şoreşgerên qehreman silav dikim, şehîdên pîroz bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî mezinahiya wan ditewînim, soza xwe ji wan re nû dikim.