Gelê Kobanê li hember êrîşan serî natewîne

Gaziya şer Şîlan Kobanê ya komkujiya 25’ê Hezîrana 2015’an bi tundî şermezar kir got, “Gelê me yê Kobanê yê ti carî li hemberî dagirkerî û êrîşan serî netewandiye, li kêleka şervanên xwe yên azadiyê cih girtin. Şervanan bi lehengiyeke bêhempa ew tevahî çete kuştin û rê li ber komkujiyên mezintir girtin”

Bi wesîleya 10. salvegera komkujiya Kobanê ya 25’ê Hezîrana 2015’an endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê nêrînên xwe anîn ziman.

Şîlan Kobanê diyar kir ku ew di şexsê heval Mazlûm û Salih de tevahî şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr tîne û got, “Çeteyên DAIŞ’ê yên 25’ê Hezîranê nîvê şevê êrîşî gundên Kobanê û navenda bajêr, dest bi qetilkirina zarok, jin, dayik, bav û îxtiyaran dikin. Li hember vê, mudaxeleya şervanên YPG-YPJ’ê çêbû. Çeteyan xwestin gel weke mertal bi kar bînin. Lê gelê me yê Kobanê yê ti carî serî li hemberî dagirkeriyê netewandiye, li kêleka şervanên xwe yên azadiyê cih girtin. Şervanan bi lehengiyeke bêhempa ew tevahî çete kuştin û rê li ber komkujiyên mezintir girtin.”

Şervanê YPG’ê Salih û Mazlûm ku xizmên gaziya şer Şîlan in, di vê êrîşa çeteyan de heya dawiyê li ber xwe didin û şehîd dibin. Şîlanê Kobanê wer behsa her du berxwedêran dike, “Di şexsê heval Salih û heval Mazlûm de ez tevahî şehîdan bi bîr tînim. Hevalê Salih yek ji şervanê YPG’ê bû. Di tevahiya şerê rizgarkirina Kobanê de cih girtibû. Heval Salih li şûna keleşê çeka bîksî bi kar dianî. Hevalekî xwedî karaktereke mînak, dilsozê Rêber Apo û hevalê hevalê xwe bû. Hevalê Salih li hember êrîşa 25’ê Hezîrana 2015’an a çeteyên DAIŞ’ê heya kêliya xwe ya dawî berxwedaneke mezin nîşan da û tevlî karwanê nemiran bû. Mazlûm jî di mala xwe de li hember çetayan berxwedanî meşand. Du çete li ber deriyê hewşa mala xwe kuştin. Hevalê Mazlûm jî heya guleya xwe dawî li ber xwe da û şehîd bû.”

Gaziya şer Şîlan Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Çeteyên DAIŞ’ê yên di şerê Kobanê de rastî têkçûneke mezin hatin, ji bo tola xwe rakin ev êrîşa nemerd pêk anîn. Lê ew çete û alîgirên wan careke din têk çûn.  Şervanên YPG-YPJ’ê yên xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gurçûpêç kirine, li ser esasê soza dabûn gelê xwe, ev êrîşa nemerd têk birin. Wê Kobanê bi gel, jin û şervanên xwe timî sembola berxwedanê be. Weke gaziyên şer em ê jî bi hemû hêza xwe ji bo parastina ax, gel û rûmeta mirovatiyê, di vê pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin de di refên herî pêş ên têkoşînê de cihê xwe bigirin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button