Gaziyên şer şehîd Bêrîtan bi bîr anîn

Gaziyên şer ên herêma Cizîrê di 33. salvegera şehadeta wê de şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anîn.

Li herêma Cizîrê di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi tevlîbûna gaziyên şer li Hesekê civîneke bîranînê hat lidarxistin.

Di civîna bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir, nirxandina Rêber Apo ya têkildarî şehîd Bêrîtan hat xwendin.

Piştre yek ji endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê axivî.

Şîlan Kobanê bal kişand ser kesayet û têkoşîna Bêrîtan a li hember xiyanetê û got ku Bêrîtan bi berxwedana xwe ji bo tevahî jinan û şervanên azadiyê bû xeta berxwedanê.

Şîlanê diyar kir ku Bêrîtan a xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo pêş xistibû,  bi sekn, helwest û têkoşîna xwe mînak û got, “Em ê timî di rêya şehîdên xwe de bimeşin.”

Li dû axaftina Şîlan Kobanê gaziyên şer ên nirxandin kirin anîn ziman ku weke gaziyên şer şoreşa bi berdêlên mezin ên şehîdan ava bûye, bi her awayî wê biparêzin û ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan wê timî di nav têkoşînê de bin.

 Li Çilaxa ji bo şehîd Bêrîtan gaziyên şer kom bûn

Li Çilaxa jî gaziyên şer tevlî bîranîna şehîd Bêrîtan bûn. Di bîranîna bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir de, der barê jiyan û têkoşîna fermandar Bêrîtan de axaftin hatin kirin.

Gaziyên şer anîn ziman ku wê timî li ser xeta berxwedanê ya şehîd Bêrîtan bimeşin.  Gaziyan anîn ziman ku wê ala berxwedanê ya şehîd Bêrîtan timî bilind bikin û têkoşîna azadiyê teqez bi serketinê tacîdar bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button