Gaziyên şer salvegera PKK’ê pîroz kirin
Gaziyên şer ên 46. salvegera damezirandina PKK’ê bi coş pîroz kirin, dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re dubare kirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaziyên şer 46. salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de yek ji rêvebera Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Koçer a bi wesîleya rojê axivî diyar kir ku bi têkoşîna PKK’ê ya di pêşengiya Rêber Apo de gelên Rojhilata Navîn bi xwe hesiyan û got, “Em ê vê têkoşînê her bidomînin. Em bi hêvî ne û bawer in ku sala bê em ê salvegera PKK’ê bi Rêber Apo re pîroz dikin.”
Piştî axaftinê paste birîn û li mevanan hat belavkirin.
Pîrozbahî bi stranên şoreşgerî û bi teqandina fîşekên hewayî bû.