Gaziyên şer… Ji meydanên şer heya pêşengtiya civakê
Ehmed Berrî

Di her şerî de kesên bi birînên fizîkî û derûnî vedigerin hene. Lê di nav wan de birîndar û gaziyên şer weke sembolên fedakartiyê û disîplînê tên dîtin û naskirin. Çîroka wan di kêliya birîdariyê de bi dawî nabe. Berevajî rêwîtiyeke nû ya hêmanên mirovî, civakî û siyasî hildigirin dest pê dike. Wan dike parçeyekî pêşeroja welatên wan ên nayê qutkirin.
Birînên li qada şer vediguherin hêza civakî
Birîndariyên şervanan ên li qadên şer -ji windakirina parçeyên bedena xwe heya fecbûnê- nayê wateya ku rola wan bi dawî dibe. Tam berevajî wê, gelek ji wan vê ezmûna zehmet ji bo xebatên civakî dikin hêzeke xurt. Zehmetiya herî mezin ew e mirov bi travmayên derûnî re rûbirû were. Ev jî bi bernameyên rehabîlîtasyonê û piştgiriya civakî dibe.
Ji disîplîna leşkerî ber bi pêşentiya civakî
Gaziyên şer bi piranî ruhê disîplînê û tecrûbeya biryargirtina bi lez diparêzin. Ev taybetmendî dihêle karibin li derveyî qada eskerî jî pêşengtiyê bikin. Hinek ji wan xebata di qada siyasî de tercîh dikin. Yên din tevlî projeyên avahîsaziyê û perwerdeya ewlekariyê dibin. Hinek jî dibin dengê parastina mafên gazî û birîndaran.
Çîrokên îlhamê didin nifşan
Li gelek welatan komeleyên ji aliyê birîndar û gaziyên şer ve hatine avakirin, veguherîne platformên piştgiriya kesên di aliyê derûnî û civakî de zerar dîtine. Her wiha ji bo ew kes ji nû ve karibin entegreyî qada kar bibin wan destek dikin. Hinek ji wan weke nivîskar û axaftvanên gel têkildarî tehlûkeyên şer û girîngiya aştiyê ji bo civak serwext bibe tecrûbeyên xwe parve dikin. Yên din jî ji bo bibin dengekî xurt ê beşên hatine marjînalkirin tevlî polîtîkayê bûn û tecrûbeyên xwe yên di parastina nirxên neteweyî de pêş xistin.
Encam
Gazî û birîndarên şer kesên bûne qurban nînin. Di nav wan de pêşengên tecrûbe, disîplîn û kapasîteya karibin bi zehmetiyan re serî derkevin hene. Mirov wan xurt bike û derfeta karibin bi awayekî aktîf tevlî civakê bibin bide, wê bihêle birînên xwe veguherînin pêşerojeke saxlemtir û adiltir. Bi vî awayî wê di navbera demên rabihuriyê yên bi fedakariyan dagirtî û pêşerojeke tijî hêvî de piran çêbikin.




