Gaziyên şer hem tedawî dibin hem tedawî dikin

Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî ti astengiyeke fizîkî-ruhî nas bikin, li qadên curbicur ji bo bilindkirin û pêşxistina şoreşa gelan di nav hewldanên bêhempa de ne.

 

Gaziyên hem xwe hem jî civakê li ser esasê paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinan ji nû ve ava dikin, ji bo bibin layiqî Rêbertiya xwe, şehîdên xwe û gelên xwe kar û xebatên xwe didomînin.

Ji hêla Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji bo gaziyên hê birînên wan tam baş nebûne, klînekek hat vekirin. Di klînîka li ser navê yek ji gaziyên şer Aram ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû hatiye vekirin, gazî tên tedawîkirin. Ligel doktor û tenduristvanên pispor, gazî bi xwe jî bi tedawiya hevalên xwe re mijûl dibin.

 

Yek ji rêveberê Klînîka Şehîd Aram a Gaziyan got ku vekirina klînîkê bandoreke pir erênî li ser civakê jî kiriye û diyar kir, ew dixwazin rol û mîsyona gaziyan a di nav şoreşê de ku Rêber Apo bi perspektîfên xwe ji gaziyan re nîşan daye bi awayê herî baş pêş bixin û wiha domand, “Civak dema van kar û xebatên me dibîne, pir kêfxweş dibe. Weke gazî em zarokên vê civakê ne û me ji bo vê civakê berdêl dane. Hevalên me piştî tedawiya xwe ji bo pêşxistina şoreşa gelan li qadên cuda tevlî nav xebatan dibin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button