Gaziyên şer: Em ê jiyaneke bê Rêber Apo qet qebûl nekin

Bi wesîleya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi sedan gaziyên şer û xelkên Rojavayê Kurdistanê herikîn qadan. Gaziyen şer diyar kirin ku wê ti carî jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nekin.

Li hemû bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi girseyî hat şermezarkirin. Gaziyên şer di meşan de di refên herî pêş de cih girtin.

Di çalakî û meşên bi dirûşma, “Ji Rêber Apo re azadiya fizîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de gelan bi yekdengî daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin.

Gaziyên şer jî anî ziman ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were wê di nav têkoşîn û berxwedanê de bin û gotin, “Em ê ti carî jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nekin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button