Gaziyên şer: Bê Serok jiyan nabe!

 

Li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya 9’ê Cotmehê ku bi awayekî girseyî hat şermezarkirin, gaziyên şer ên di refên pêş ên çalakiyan de cih girtin, dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re berz kirin.

Komploya 9’ê Cotmehê ya dikeve 26. salvegera xwe ji hêla hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi girseyî hat şermezarkirin.

Di meş û çalakiyên bi wesîleya rojê hatin lidarxistin de gaziyên şer di refên herî pêş de cih girtin û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din nîşanî her kesî dan.

Gaziyên şer destnîşan kirin ku wê her tim di rêya Rêbertiyê vekiriye de bimeşin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê timî di nav çalakî û xebatan de bin.

Gaziyan dan xuyakirin ku komplo bi fikir û felsefeya Rêbertî hatiye pûçkirin û gotin, “Em ê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser esasê fikir û paradîgmaya Rêbertiya me ava bûye, hê zêdetir pêş bixin. Em careke din dibêjin ku Bê Serok Jiyan Nabe!’”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button