Gaziyekî şer ê ji dil û can: Mamê Nezîr Xidir

Asya Weşûkanî

Mamê Nezîr Xidir ji herêma Dêrika Hemko ya binxetê ye. Mirovekî welatparêz û dilşewatê welat û gelê xwe ye. Dema mirov Mamo dibîne, ji meriv re welê tê ku kesekî ji civaka xwezayî li peşberî me ye. Mirov di rûyê Mamê xwe de Kurdê kevnar û resen dibîne. Ji dilê mirov tê ku jêre bibêje Mamo. Mamê Nezîr Xidir gaziyekî Kurdistanê ye di heman demê de dengbêjekî hêja ye.

Li ser qermîçekên eniya wî dilbikuliya salên dirêj xuya dike. Xwedê sebreke mezin dayê ku jiyana xwe ya xwezayî bijî. Ew li benda fereca rojeke bi xêr û xweşî ye ku ew jî roja azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.

Şeva 20’ê Mijdara 2022’yan dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û keşfê stasyona elektrîkê ya gundê Teqilbeqil ê Koçerat ê bajarê Dêrikê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de endama Hêzên Parastina Cewherî (HPC)’ê Hediya Abdullah (Dayika Hogir) jî di nav de 12 kesên ku berê xwe dabûn cihê bûyerê ji bo birîndaran rizgar bikin jiyana xwe ji dest dan. Mamê Nezîr Xidir jî di wê êrîşa hovane de birîndar bû û lingekî  xwe winda kir. Mamê me dema qala wan rojan dike, dilê wî jan dide û keseran dikişîne. Bi vê mebestê ez wan şehîdan jî bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranîna wan a pîroz ditewînim. Sozdariya xwe ji wan re nû dikim û dibêjim, şehîdên me di dil û fikrê me de ne û wê her wiha bimînin.

Mamê Nezîr Xidir mirovekî welatparêz ê ji dil û can e. Bi salan xizmeta gel û welatê xwe kiriye. Her weke mirovekî civaka neolîtîkê xwezayî jiyaye. Hîn jî bi wan hestan jiyana xwe didomîne. Jixwe dengê Mamo jî pir xweş û zelal e. Dibe ku we jî di rêzefîlmê Tava Sor de dengê zelal ê Mamê Nezîr bihîstibe.  Ew deng nemir e û wê her zindî bimîne. Ez bi hêvî me wê Mamo, Rêber Apo û rizgariya Kurdistanê jî bibîne. Temenekî dirêj ji Mamê xwe Nezîr Xidir re dixwazim. Xeyal dikim ku dema Rêber Apo ji wê zindana zilmê derkeve û were Rojava, Mamo jî biçe, xwe bi Rêber Apo bide naskirin û çîroka birîndariya xwe vebêje.

Hêvîdar im wê Mamê me Nezîr Xidir di temenê  xwe yê mayî de bi kêfxweşî û azad bijî.  Wan rojên bihurî yên zehmet ji zarok, nevî, xizm û cîranên xwe re qal bike. Ji bo ew jî weke Mamo xwedî hest, wijdan û welatparêz bin. Ez ji dil û can Mamê Nezîr silav dikim û dibêjim, Bi hêviya rojên xweş û azad Mamê welatparêz û fedayî, Mamê delal.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button