Gaziya şer Zarîn: Yadê Ûveyş li hember zilmê serî netewand

Gaziya şer Zarîn Kobanê diyar kir ku Yadê Ûveyş weke jineke kedkar û fedakar ti carî serî li hember zilmê netewand.
Dayika Rêber Apo Dayê Ûveyş 11’ê Nîsana 1993’yan koça dawî kir. Gaziya şer Zarîn Kobanê bi wesîleya 33’yemîn salvegera wefata Dayê Ûveyş nêrînên xwe parve kirin.
Zarîn Kobanê di destpêka axaftina xwe Yadê Ûveyş bi bîr anî û got, “Li xaka Kurdistanê yek ji jinên temsîla hemû dayik û jinan dikin Yadê Ûveyş e. Rêber Apo di gelek tehlîl û nirxandinên xwe de behsa sekn û serhildêriya Yadê Ûveyş dike. Her wiha qala hevala xwe ya zarokatiyê Elîf û hevalê Hemza jî dike. Çavdêriyên Rêbertî yên di pêvajoya zarokatiyê, bi taybet jî helwest û berxwedêriya Yadê Ûveyş li ser karaktera têkoşer ya Rêbertî bandoreke mezin çêkir. ”
Zarînê destnîşan kir ku Yadê Ûveyş bi xwe dîrokek e û got, “Yadê Ûveyş xwedawendeke hemdem a gelê Kurd bû. Em deyndarê dayika xwe Ûveyş in. Yadê Ûveyş dayika hemû Kurdan e. Weke jineke kedkar û fedakar ti carî serî li hember zilmê netewand. Bi anîna dinyayê ya Rêber Apo re bû wesîleya gel û neteweyek ji nû ve zindî bibe û bibe xwedî hebûn. Rêbertî bi vê têkoşîna pêş xist, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Ereb, Tirk, Ermenî, Asûrî rêya azadiyê vekir û rohnî kir. Li ser esasê pêkve jiyana azad Rêbertiya me paradîgmaya neteweya demokratîk pêş xist.”
Gaziya şer Zarîn axaftina xwe wiha domand, “Em minnetdarê Yadê Ûveyş in. Di şexsê Yadê Ûveyş de em hemû dayikên şervanên azadiyê bi rêzdarî silav dikin. Yadê Ûveyş sembol û hêza xeta jina azad e. Em soz didin welatekî azad ê hesreta hemû dayikên me ye ava bikin. Em ti carî Yadê Ûveyş ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Timî em ê şopdarên Yadê Ûveyş û Rêber Apo bin.”




