Gazîbûn nîşaneya azadiyê ye

Kajîn Kobanê

Hestên mirovan jî rengê demsalan dide, tên guhertin û jixwe jiyan jî her di nav veguherînê de ye. Carinan kêfxweşiyek nû dil û ruhê mirovan geş dike. Bi xemla bişkivinên xunavî mirovan bedew û ciwan dike.

Carinan jî mîna di nav fikra bi sebir li ber henûniya berfa spî, li ber germahiya agirek ji darê şil hizurek mezin li bedena mirov tê pêçandin. Hin caran jî di nav xemgîniyek pirrengî ya payîzî di her xatirxwestinan de dibe mêvana asîmanê bêstêrk ê dilê me.

Rastiyek wiha heye ku mirov tişta mirov hîs dike, dihizire û bawer dike çiqasî bîne ser ziman an jî li ser lênûsan rêz bike jî wê ti carî nebe bersivek têrker. Ez di wê baweriyê dema ku ji bo hevaltiyê mirov çi, bêje wê kêm be û wê nebe bersivek têrker jî rastiya têkoşîna me re.

Mirov dikare hestên hevaltiyê weke avake zelal ku bi herikîna xwe re dilê her zindiyekî  geş dike û gelek canên ciwan ji nû ve diafirîne destnîşan bike.

Mirov di awir û kenê hevalan de jî mirov wê herikîna jiyanê dibîne. Di awirên wan ên kûr, rûkeniya wan a delal û bêdengiya wan de pir tiştên bi nirx û pîroz dibîne.

Belê di nav têkoşîna me ya azadiyê de hevrêyên gazî ti carî weke hêzeke talî yan jî ji berxwedanê êdî dûr bimînin nehat destgirtin. RêberApo bi tehlîl û analîzên xcwe rêya gaziyên şer rohnî kir. Hevrêyên gazî ji hêla RêberApo weke pêşengên şoreşê hatin destnîşankirin.

Bêguman ev yek ji taybetmendiya Tevgera Apoyî ye. Bi sedan gaziyên şer îro li her qadê bi kar û xebatên xwe yên curbicur tevkariYeke mezin li şoreşa Kurdistanê dikin.

Ev bêguman ji bo me hemû gaziyan cihê serbilindî û rûmetê ye. Gazîbûn nîşaneya azadiyê ya herî bi qîmet û hêja ye. Ev nîşaneya ji xweşikbûneke ku bi rengê serketinê xemiliye.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button