Fermandarê her tim berhem diafirand: Qasim Engîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn bi têkoşîna xwe ya 35 salî ya li her qada şoreşê weke şoreşger, fermandar û fîlozofekî mohra xwe li dîroka Tevgera Azadiyê da.
Milîtan, fermandar, rêveber û di heman demê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) 27’ê Gulana 2020’î di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Şehîd Qasim di temenê xwe ciwantiyê de PKK nas kir. Ji sala 1985’an û pê ve bi berpirsyarî tevgeriya, dest bi bicihanîna wezîfeyên welatparêziyê kir. Sala 1989’an bi rengekî profesyonel bû şoreşger û tevlî nav refên PKK’ê bû.
Li qada Ewropayê karên ciwanan, çand, huner, dîplomasî û gel meşand. Hevrê Qasim ji aliyê her kesên ku ew nas dikir dihate hezkirin û bû hevalekî timî bal li ser bû. Di sala 1990’î de derbasî qada Rojhilata Navîn a Rêber Apo lê bû israr kir û di vê israra xwe de jî bi ser ket.
Sala 1990’î de tevî komek gerîla derbasî qada Lubnanê Akademiya Mahsûm Korkmaz bû. Şehîd Qasim Engîn di dewreya perwerdeyê de Rêber Apo ji nêz ve nas kir. Rastiya gelê Kurdistanê fêm kir û ji bo tecrûbeya destpêkê ya gerîla, ber bi Eyaleta Başûrê Rojava ve çû.
Şehîd Qasim sala 1994’an careke din çû Qada Rêbertî û piştî li wir dewreyeke perwerdeyê dît, vê carê ber bi dilê Kurdistanê Botanê ve meşiya. Demeke dirêj li vê derê di asta fermandariyê de kar kir. Derbên giran li dijmin xist. Bû milîtanekî mezin ê xwedî li mîrateya Besê Anûş û Mûstafa Yondem derket. Her wiha kûrahiya hevrêtiya Engîn Sîncar û Nûcanan bi xwe re afirand, pratîkên girîng nîşan da û derbasî Başûrê Kurdistanê bû.
Hevrê Qasim tevî salên dûr û dirêj li çiyayên Kurdistanê gerîlatî kir, yek ji qadên li nava partiyê herî zêde li ser xebitî, bêguman ew bû ku paradîgma û felsefeya Rêber Apo di nav kadroyên partiyê û civakê de belav bike, vebêje û bide fêmkirin. Li ser vî bingehî tevlî karên îdeolojîk û rêxistinî bû. Di serî de li qada perwerdeyê di karê çapemenî, weşan, akademî û hwd. de kedeke mezin da, berhem afirand, bêrawestan ked da.
Hevrê Qasim di dîroka xwe ya têkoşînê de, her dem bû milîtanekî baş ê partiyê. Timî fermandariyeke baş ji xwe re kir esas. Bawerî bi têkoşîn û serfiraziye anî. Bi ruhê serfiraziyê xebitî, kedeke mezin da, hilberand. Herî zêde wî fikrên Rêbertî xist pratîkê û bû yek ji milîtanê PKK’ê yê pêşeng.