‘Ferhad Şiblî nûnerê azadiyê bû’

Têkoşer û fermandar Ferhad Şiblî di duyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.

Fermandar Ferhad Şiblî ku ji bo pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çûbû Başûrê Kurdistanê, 17’ê Hezîrana 2022’yan di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li herêma Kelar a Silêmaniyê şehîd bibû.
Xelkê Dêrikê û malbat di duyemîn salvegera şehadeta Ferhad Dêrik de berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik û kulîlk danîn ser gora wî.

Di bîranîna li ser gora Ferhad Şiblî de li ser navê malbatê xalê Ferhad Şiblî, Yûsif Yûsif axivî. Yîsûf Yisûf di axaftina xwe de got: “Ew nûnerê azadiyê bû û di oxira pêkanîna demokrasiyê ji tevahî gelan re têkoşiya û jiyana xwe di oxira pêkanîna edalet û wekheviyê de da.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button