Exlaq û siyaset ji hevdu nayên veqetandin
Asya Weşûkanî

Mijara herî zêde di nava civakê de dibe sedema nîqaşan jî pirsgirêka siyaset û exlaqê ye. Herî zêde jî tê gotin ku civak bê exlaq nabe. Ez jî beşdarî vê nêrînê dibim û dibêjim, civak çawa bê exlaq nabe, bê siyaset jî nabe. Siyaset û exlaq weke du cêwiyan e û ji hevdu nayên cudakirin. Mijara divê herî zêde zanista civakî li ser dahûrandin bike jî siyaset û exlaq e. Pêwîst e civak jî li ser van mijaran ferdên xwe perwerde bike û weke çandekê bigire dest.
Dema mirov dahûrandinên Rêber Apo yên di vê mijarê de dixwîne, mirov hîn baştir pirsgirêkên civakê yên bûne weke girêka kor dibîne û pêdivî dibîne ku li ser wan mijarên sereke raweste, çareseriyê ji wan re peyda bike. Dema mirov li ser van mijaran hîn zêdetir diponije, mirov têdigihêje bê ka çiqasî siyaset û exlaq ji bo civakê pêwîst in û nebe nabin. Jixwe Rêber Apo têkildarî vê mijarê diyar dike ku exlaq ji bo civakê rola çîmentoyê dilîze, tekez bêyî wê civak nabe civak dibe daristan û siyaset jî nebe tekez wê exlaq jî nebe. Eger mirov ne zana be, wê cahil be. Mirovên, cahil bê exlaq in. Naxwe li gorî em têdigihêjin pêdiviya civakê bi exlaq û siyasetê heye.
Exlaq çawa pîvan û rêgezan ji ferd û civakê re dide nîşandan, siyaset jî civakê zana dike û bi rêxistin dike. Civakê tîne rewşa jiyana xwe pêş bixin û wan pêşde bibin. Di mijara siyaset û exlaq de gelek nêrîn, şîrove û dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene. Ji bo mirov hîn baştir haj li exlaq û siyasetê hebe, xwe di asta civaknas de weke berpirsiyara/ê civakê bibîne tekez divê serî li dahûrandin û parêznameyên Rêber Apo bide, xwe di van mijaran de kûr bike. Mirov dikare li ser vê mijarê pir baş lêkolîn bike û civakê jî li ser bide perwerdekirin. Li gorî nêrînên min mijara siyaset û exlaq mijareke pir sereke û bingehîn e.
Mirov dikare mijara exlaq weke şêweyê siyasetê yê ji rêûresma dîrokî ya sazîbûyî bide naskirin. Siyaset zêdetir rojane bi roleke bergirî û afirîner radibe. Exlaq jî bi hêza bi pîvan û sazî ya rêûresmê ji civaka heyî re heman xizmetê dike. Mirov dikare exlaq weke parastina pîvan û rêgezên mirovî bigire dest, siyasetê jî weke hafizeya civakê qebûl bike. Civakên ji exlaq dûr bûne yan jî ji exlaq mehrûm bûne, hafizeya xwe ya siyasî jî wenda kirine. Ango pîvan û saziyên wan ên ji rêûresmê qels in. Ev jî tê wê wateya ku civak ji xweparastinê mehrûm maye. Ji her cure kirinên ji hundir û derve yên bişaftin, mêtinkar û zordestiyê re hatiye vekirin.
Pêkhateyên dewletan û pergalên wan ên desthilatdariyê timî exlaq dirizînin û li şûna wê ji jor ve vîna gelan dişkînin. Xwe li ser wan didin ferzkirin û hemû mafê wan binpê dikin. Civakeke bi hêz xwedî li exlaqê xwe derdikeve, bi hêsanî stûyê xwe li ber mêtinkarî û desthilatdariyê natewîne. Rewşa exlaq a herî neyênî ji bo civakekê ji rêveberî û hiqûqê herî pêşketî yê desthilatdarî û dewletan baştir e. Li cihekî civaka exlaqî û siyasî hebe, li wir desthilatdarî û dewlet tewş in û ne derbasdar in. Civakek çiqasî siyasî û exlaqî bibe, wê ewqasî jî demokratîk, azadîxwaz û wekhevîxwaz be.
Civaknasiya îlhama xwe ji lîberalîzmê digire siyasetê weke demagojî dide naskirin û hişê mirovan tevlîhev dike. Nexasim partiyên prototîpa dewletê ne, siyasetê weke navgînên demagojiyê bi kar tînin. Ev xerabiyek e. Tenê li ser navê zanistê xiyaneteke bi zanistê re nîne, sedema vê bi zanîn rabûna bi rola ji wan re fesilandî û mîsyona wan a xizmetkirina ji yekdestdariyên mêtinkarî û desthilatdariyê ye. Herî dawiyê jî mirov dikare bêje ku divê zanista civakî ji pergala desthilatdar were veqetandin. Pêwîst e jê rizgar bibe da ku bi awayekî azad û serbixwe têkoşîn bike, pergala civakê ji nû ve birêxistin bike. Her wiha li ser bingehê pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk, divê têkoşîna xwe berdewam bike.




