Em şehîdên sînemaya Amûdê û Pîrê Dêrsimê Seyîd Riza bi bîr tînin
Gelê Kurd her di komkujiyan re derbas bûye û hîna jî ew komkujî berdewam dikin. Weke tê zanîn di roja borî de salvegera komkujiya sînema bajarê Amûdê bû. Û îro jî salvegera darvekirina pîrê mezin ê navdar, Seyid Riza ye. Teqez divê civaka Kurd haj li planên dijmin ên roja îro jî hebin. Dewleta Tirk dijminekî welê ye ku her tim destdirêjî li welatê zêrîn kiriye, wê qet bi hesanî pêsîra Kurdan bernede, di înkar û qirkirinê de wê israr bike.
13’ê Mijdara 1960’î li bajarê Amûdê yê kevnar û dîrokî komkujiyek hat pêk anîn, di encama wê şewata bêbext a sînemayê de 220 zarokên Kurd ên hêviya pêşerojê di nava agirê dijminan de hatin şewitandin û bûn xwelî.
Siyaseta pergala dewleta Suriyeyê ya bêbext û lîstikên partiya desthilatdar a Baas de kezeba 220 dayik û bavên bêçare hate şewitandin. Kurdên bi qehremanî şerê întîdaba Fransî kirin û bi sedan şehîd dan bi şewitandinê hatin cezakirin. Mihemed Axa yê Deqoriyan yê li bajarê Amûdê ku bi fedakarî û wêrekî zarokên Kurd qefle bi qefle ji nava wî agirê har û dijwar de derdixist di dawiyê de jî canê xwe feda kir. Divê were zanîn ku ew axa bû ku li hember Fransiyan, şer kir û di encam de bajarê wî tevahî hatibû şewitandin.
Li bajarê Dêrsimê jî Kurdên berxwedêr serê xwe li hemberî zilma dagirkerên Tirk bilind kirin û parastina xwe ya cewherî pêk anîn. Lê Tirkên çavsor û faşîst bi her cure teknîkê bi ser jin û zarokan de diçin û wan bêrehm qir dikin. Jixwe xiyaneta Kurdî jî ya her weke kurmê darê ye serê xwe li serhildanan rakiriye.
15’ê Mijdara 1937’an pêşengê berxwedana Dersimê pîrê mezin Seyid Riza û hevrêyên xwe hatin darvekirin. Dewleta Tirk a dagirker bi hezaran Kurdên Elewî, jin û zarok qetil kirin. Yên ji ber komkujiyê xelas bibûn jî di dibistanên weke qişleyên eskerî ava kiribûn de hewl dan asîmîle kirin.
Weke tê zanîn her di serhildanên gelê Kurd de, xiyanet bûye kelemeke pir mezin û ji piştê ve derb li Kurdan daye. Jixwe hîna jî ew xiyanet li ser kar e û dixwaze şoreşa Kurdistanê ya di pêşengtiya Rêber Apo de ava bûye jî bibin bixin. Mirov dikare weke nimûneya vê xiyanetê jî mala Barzanî bide nîşandan. Eger mala Barzanî herêma Başûr radestî dewleta Tirk kiriye tê fêmkirin ku hîn jî ew xiyaneta wek vîrus û mîkrobê di bedena beşek ji Kurdên desthilat de ye û dixwaze vê şoreşê jî têk bibe.
Bêguman xiyaneta mala Barzanî wê hew karibe berxwedan û têkoşîna gelê Kurd têk bibe, êdî dawiya xiyanetê hatiye, em ê bi tevahî hêza xwe bi ser xiyanetê de biçin û koka wê rakin.
Em weke gaziyên şer komkujiyên li ser gelê xwe û bi taybet jî komkujiya sînemaya bajarê Amûdê û komkujiya Dêrsimê şermezar dikin û dibêjin, Ya giring ew e em tola pîrê xwe Seyid Riza û gelê xwe rakin, layiqî têkoşîn û berxwedana wan bin.
Li hemberî tevahî şehîdan bi hurmet û minetdarî bejna xwe ditewînin, soza tolhildan û berdewamkirina têkoşînê didin. Eger dest, ling, çav û her wiha her çi kêmasiyên me hebin jî teqez wê li pêşiya têkoşîna me nebin astengî. Bi hizir, vîn û hestên xwe yên me bi bîrdoziya Rêber Apo gurçûpêç kiriye, em ê têkoşîn bikin, tola bav û kalan ji dijminê hov û xayînan rakin.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
15.11.2024