Em ê timî li ser rêya şehîd Gulistan û Hêro bimeşin

Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr a di yekemîn salvegera şehadeta wan de Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi bîr anî got, “Ew heval ji ber rastî nîşan didan, bûn zimanê gelê xwe û şoreşê hatin hedefgirtin. Em ê timî li ser rêya wan bimeşin.”
Rojnamevan Hêro Behadîn û Gulistan Tara 23’yê Tebaxa 2024’an li navçeya Seyidsadiq a bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr têkildarî her du şehîdên ragihandina azad nêrînên xwe anîn ziman.
Gulçîn Xoşmêr diyar kir ku di têkoşîna gelan de rola ragihandin û çapemeniyê pir girîng e û got, “Jixwe dijmin, dagirker û zordar pir ji kedkarên ragihandina azad û şoreşger ditirsin. Ji ber vê jî êrîş dikin. Mînakên wê di dîroka têkoşîna me de pir in. Ji Apê Mûsa yê 74 salî bigirin, heya ciwanên belavkarên azadiya welat gelek mirovên hêja bûn hedefa êrîşên hêzên tarî yên dewletê û hatin qetilkirin.”
Gulçînê anî ziman ku Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji bo rastiyên li welatê me nîşanî cîhanê bidin dixebitîn û ev xisûs anî ziman, “Wan her du şêrejinên wêrek û dilsozên gelê xwe li Başûrê Kurdistanê di ragihandina azad de kar û xebat dikirin. Bi pênûs û kamerayên xwe bûyer û rûdan bi awayekî rast ji gelê me û raya giştî ya cîhanê re radigihandin. Dewlet Tirk a ji wan her du hevrêyan tirsiya ew kirin armanc û qetilkirin. Heya niha bi dehan jin û xortên welatê me ên hêja, fedakar û jêhatî li ser erkên xwe gihiştine şehadetê. Di şexsê van her du hevalan û pêşeng Argeş Serhed ê 10’ê Tebaxê gihişt şehadetê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Ew heval ji ber rastî nîşan didan, bûn zimanê gelê xwe û şoreşê hatin hedefgirtin. Em ê timî li ser rêya wan bimeşin. Ew pêşeng û serkêş in û em jî şagirtên wan in.”
Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Ew heval di rêya heqîqetê de meşiyan û tevlî karwanê nemiran bûn. Em soz didin tola wan rakin. Wê tevahî jin û xortên ciwan ên dildarên gel û Rêber Apo bibin zimanê heqîqetê û têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.”