‘Em ê timî di şopa Fermandar Nûreddîn Sofî de bimeşin’

Gaziyên şer ên tevlî merasîna cenazeyê pêşengê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fermandar Nûreddîn Sofî bûn diyar kirin ku wê timî şopa Fermandar Nûreddîn Sofî de bimeşin û gotin, “Wê ala têkoşînê ya fermandarê me timî li warê egîdan bilind be.”
12’ê Tîrmehê ji bo yek ji pêşeng û fermandarê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî yê 6’ê Nîsana 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Qamişloyê merasîmeke bi heybet hat lidarxistin.
Di merasîma ku bi hezaran kes kes tevlî bûn, gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî cihê xwe yê di merasîmê de girtin.
Gaziyên şer ên tevlî merasîmê bibûn diyar kirin ku Fermandar Nûreddîn Sofî ji bo azadiya hemû gelan û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî kedeke mezin e.
Gaziyan gotin, “Fermandar Nûreddîn Sofî dilsozê hevalên birîndar û gazî bû. Em weke şervanên heval Sofî soz didin em ê têkoşîna azadiyê berdewam bikin. Em ê weke hevalên gazî qet nehêlin ala berxwedan û têkoşînê ya Fermandar Nûreddîn Sofî bikeve erdê. Wê ala têkoşînê ya fermandarê me timî li warê egîdan bilind be.”