Em ê pergaleke li ser bingehê azadî û wekheviya gelan pêk bînin

Gaziyê şer Qehreman Têkoşer ê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir got, “Em weke Kurd xwedî kedeke mezin in. Em azadîxwaz û aştîhez in. Em ê pergaleke demokratîk a li ser bingehê azadî û wekheviya hemû gelan pêk bînin.”
Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gaziyê şer Qehreman Têkoşer têkildarî 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û geşedanên heyî nêrînên xwe parve kirin.
Qehreman Têkoşer anî ziman ku ew hêzên Komploya Navneteweyî li hember Rêber Apo pêş xistin, hê jî di dewreyê de ne û got, “Ez Komploya Navneteweyî û hêzên di vê bêbextiyê de cih girtin rûreş û şermezar dikim. Rêbertiya me bi têkoşîn û fikra xwe hêvî da hemû gelan. Lê hêzên serwer ên timî keda gelan dimijin li hember vê têkoşîna Rêbertî tirsiyan û komplo pêş xistin.”
Gaziyê şer Qehreman anî ziman ku êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi hovîtiya li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin komploya duyemîn e û ev anî ziman, “Gelên herêmê li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê xwe bi rêxistin dikin û pêş dixin. Hêzên bi komploya 15’ê Sibatê re negihiştin encamê ev êrîşên hovane pêş xistin. Lê divê were zanîn ku Rêbertiya me û gelê me çawa bi berxwedana xwe komploya 15’ê Sibatê têk birin, ev komploya duyem jî bêtesîr kirin.”
Qehreman Têkoşer bal kişand ser yekîtî û hevgirtina Kurdan a li hember êrîşên li ser Rojava û wiha domand, “Bi rastî jî yekîtiya gelê Kurd û destwerdana Rêber Apo ya ji bo rawestandina êrîşan ew komplo pûç kir. Hesabên wan hêzan xerab kir. Rêber Apo her carê li me xwedî derdikeve û me ji komployên wiha rizgar dike.”
Endamê FGBRS’ê û gaziyê şer Qehreman Têkoşer gotina Rêber Apo ya “Yên şer dikin, dikarin aştiyê pêk bînin” bi bîr xist û wiha axivî, “Rêber Apo mirovekî pir zana ye û em jî şagirtên Rêberê xwe ne. Ya ji me tê xwestin ew e, em têkoşîna xwe bilind bikin, sozên xwe pêk bînin. Em weke Kurd xwedî kedeke mezin in. Em azadîxwaz û aştîhez in. Me fêm kiriye ku dewletên netewe çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Em ê pergaleke demokratîk a li ser bingehê azadî û wekheviya hemû gelan pêk bînin.”



