Em ê heya dawiyê xwedî li pêvajoya Rêbertî derkevin

Gaziyên şer ên peyama Rêber Apo ya bi wesîleya yekemîn slvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk duh bi raya giştî re hat parvekirin xwendin, gotin, “Peyama Rêbertî ji bo hemû mirovatiyê ye. Em ê heya dawiyê xwedî li pêvajoya Rêbertî derkevin.”
Rêber Apo bi boneya yekemîn salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an duh peyamek weşand.
Gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS)’ê li Komeleya Hesekê kom bûn û peyama Rêber Apo xwendin.
Gaziyên şer piştî xwendina peyamê diyar kirin ku ew bi peyama Rêber Apo û wêneyê nû yê Rêbertî pir kêfxweş bûne.
Gaziyên şer destnîşan kirin ku berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadî û aştiyê bandor li ser hemû herêmê dike û gotin, “Peyama Rêbertî ji bo hemû mirovatiyê ye. Em ê heya dawiyê xwedî li pêvajoya Rêbertî derkevin. Em ê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihînin serketinê.”




