Em ê armancên Rêbertî û şehîdan pêk bînin

Gulçîn Xoşmêr

Rêber Apo di têkoşîna li hemberî pergala dewleta Tirk a zalim de xwedî kedek pir mezin e. Rêbertî di pirtûka xwe ya bi navê Çawa Bijîn de qala zarokatiya xwe dike û dibêje, ‘Dibistana min a yekem dayika min bû. Bi taybet jî di mijara kedê de min gelek tişt ji dayika xwe girtine û ez ji wê fêrî qîmetdayîna keda mirovan bûm.’ Rêber Apo destnîşan dike ku dayika wî dema ji wan hêrs dibû digot, ‘Xwedê nanê we bike keroşk û we jî bike tajî û hûn her li pey gepa nanê xwe bibezin, ked bidin.’ Ji ber wê Rêberê me di zarokatiya xwe de mirovekî kedkar bûye û piştî ji malê diçe bajarekî din mala xwişka xwe, bi wî temenê xwe yê biçûk paletiyê dike. Destên wî yên teze tev dibin peqilk û dişewitin. Lê Rêbertî qet gav paşde navêje, dibe rêberekî kedkar, zana û ji xwe bawer.

Rêber Apo pir jî ji mirovên kedkar û zana hez dike, pir qîmet dide wan. Rêbertî di nivîs û dahûrandinên xwe de her qala ked û xwêdanê dike. Dibêje ku mirov bi kedê mezin dibin û mirovên bêked qet nayên hezkirin. Jixwe tevahî hevalên Rêbertî yên koma yekem bi wê çandê têkoşîn dikin, gelekî kedkar bûn, şoreş pêş xistin û gihandin van rojan. Hevalê Hakî Karer ê bi xwe Tirk bû û yek ji hevalên destpêkê yê Rêber Apo ye ji bo pirtûkên têkildarî sosyalîzmê ji hevalên xwe re bîne da ku xwe pê perwerde bikin û debara xwe ya rojane bikin, li Dîlokê di karên herî giran de dixebite. Bi kurtasî Rêber Apo û hevalên xwe yên komê gelekî ked dane da ku ji bo azadî û rizgariya gel û welat têkoşîn bikin.

Rêber Apo qala zarokatiya xwe dike û dibêje ku dema biçûk bû, bavê wî ferq kiribû ku kar û xebata xwe baş dike û jêre gotiye, “Di eniya te de nîşaneya fethê heye.” Bi rastî jî Rêberê me gelekî jêhatî û zana ye. Ji bin sifrê de dest bi şoreşê kir û ji tinebûnê hebûn çêkir. Dagirkeran û hevkarên wan li hemberî Rêberê me komployeke navneteweyî pêş xistin. Lê belê Rêber Apo bi fikir û felsefa xwe ya zanistî rastiya komployê derxist holê û ew pûç kir.

Her çi qasî Rêbertî di hêla fizîkî de xistin zindanê de, lê nikarîn fikir, ruh û vîna Rêbertî bixin zindanê û her tim wê azad bijî. Rêbertî tevahî siyaset û planên wan dijmin vala derxist û ew poşman kirin. Jixwe şagirtên Rêbertî yên qehreman û leheng canê xwe ji Rêber Apo re kirin mertal, êrîşên dijmin û xayînan pûç kirin. Şêrejinên weke Rojbîn Ereb, Berwar, Bermal, Şaristan û mêrxasên weke Tayhan, Egîd, Îlan, Rojhat û Erdalan bi canê xwe berxwedan û têkoşîn mezin kirin.

Her xwesteka min ew e ez Rêber Apo bibînim, pêre diyalog bikim û gelek tiştan jê fêr bibim. Rêber Apo ji bo gelê Kurd û tevahî gelan gelek têkoşîn û ked da. Nexasim ji bo me jinan gelekî têkoşîn kir, li hemberî hişmendiya desthilatdar li ber xwe dide û di azadiyê de israr dike.

Em jî weke şervan û şopdarên Rêber Apo me soz daye, hedef û armancên Rêbertî û şehîdan pêk bînin, heya serketinê bimeşin. Ez careke din sozdariya xwe ji Rêber Apo re tînim ser ziman û dibêjim heya henasa xwe ya dawî ez ê têkoşîn bikim, xwe li ser fikir û felsefa Rêber Apo perwerde bikim û çalak bibim ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikim.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button