Em amade ne rola xwe pêk bînin

Asya Weşûkanî

Ji bo li hember her cure zextan em karibin xwe biparêzin weke jin divê em xwe perwerde bikin, hemû civakê jî bidin perwerdekirin. Rêber Apo ew pêşengtî û serkêşî daye jinan da ku rola xwe pêk bînin. Sozdariya me jinan bi Rêber Apo jî ew e,  em xwe di fikir û ramanên Wî de kûr bikin. Em ê erk û peywirên xwe pêk bînin. Roj bi roj em nêzî serketinê dibin. Em ê hemû hedef û armancên xwe pêk bînin. Mirov dikare bêje hemû jin jî hişyar bûne, dest bi kar û xebata ji bo azadiyê hatiye kirin. Çiqasî zor û zehmetî hebin jî weke jin me soz daye û ji wê sozê veger nîne. Weke çawa şer li ber derî ye, aştî û azadî jî li ber derî ye.

Jinan xwe weke hêza bingehîn li her deverê rêxistin kirine, ji bo azadiya zayendî, neteweyî û civakî têkoşîn dikin. Li her cihî weke hêza esasî xwe bi rêk û pêk kirine û xwe di serkeftinê de kilît kirine. Hemû jinên Kurdistanî weke hevrê û pêşengên xwe, li her deverên Kurdistanê li ser wê çandê xwe kirin rêxistin û artêş. Hemû jinên azadîxwaz jî xwe li dora wan civandine û li ser ezmûna wan xwe bi rêxistin dikin. Hemû jinên şoreşger û azadîxwaz mukelef in xwe li ser wê çanda berxwedana jinên Kurd rêxistin bikin da ku dawiyê li şer û tundiyê bînin û rola xwe ya pêşengtî û serkêşiyê pêk bînin. Ev ji bo dawî li hişmendiya zalim û despot were û mirovahî ji koledariyê xelas bibe pêwîst e.

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ez bang li hemû jinên cîhanê dikim, em hemû xwe bikin yek û ji bo bidawîkirina hişmendiya zilamê serwer û kujerê kastîk pêkve tevbigerin. Em weke jin berpirsiyar in ku pergala nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo wê têkoşîn dike jiyanî bikin û bigihînin serketinê. Rêbertî têkildarî mijarê diyar dike ku ji her demê zêdetir ji bo pêkanîna vê projeyê amade ye. Ji her kesî zêdetir jî pêdiviya jinan bi azadiyê heye. Hewce ye em ji bo azadiya xwe û civakê têkoşîn bikin.

Jinên şoreşger dengê xwe bilind dikin û dibêjin, “Em azadîxwaz in. Em perspektîfên Rêberê xwe guhdarî dikin. Em amade ne rola xwe pêk bînin û çalak bin.” Em weke jin xwedî hêz in. Îdîaya me jî pir mezin e ku têkoşîna xwe bibin serkeftinê. Em ê azadiya fizîkî ya Rêberê pêk bînin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serketinê tacîdar bikin. Em ê dawî li tundiyê û kuştina jinan bînin.

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button