Em 25’ê Mijdarê bikin wesîleya azadiya fizîkî ya Rêbertî

Gaziya şer Ezîme Kobanê anî ziman ku divê haya jin û ciwanan li ser rastiyên rû dane hebin û got, “Em 25’ê Mijdarê bikin wesîleya azadiya fizîkî ya Rêbertî, jin û civakan.”
Bi munasebeta 25’ê Miijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gaziya şer Ezîme Kobanê nêrînên xwe anîn ziman.
Ezîme Kobanê anî ziman ku di nav pergala serwer de jin û civak di bin zextên pir giran de dijîn û wiha axivî, “Her tim di şer û pevçûnan de yên destpêkê dibin qurban û her cure hovîtiyan re rûbirû tên, jin û zarok in. Naxwe divê em weke jin û civak haj li van rastiyên hatine jiyîn hebin û xwe rêxistin bikin. Dema em li rewşa şerên li Rojhilata Navîn rû didin temaşe dikin, em dibînin ku hêzên desthilatdar û nexasim jî hêzên emperyalîst dixwazin gelên herêmê bixin bin tarîtiya qirkirin, êşkence, destdirêjî û tundiyê. Ne tesaduf e ku hemû hêzên dagirker dema gund, bajar yan jî welatekî dagir dikin yekser êrîşî jin û zarokan dikin. Destdirêjiyê li jin û ciwanan dikin û wan qetil dikin. Me nimûneyên vê yên herî şênber di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de dîtin.”
Endama FGBRS’ê Ezîme di dewama axaftina xwe bal kişand ser hovîtiya çeteyan a li hember jin û gelên li Rojava û Sûriyeyê û wiha got, “Çeteyan li Kobanê, Efrînê, Serêkanî û Girê Spî gelek tiştên xerab anîn serê civakê. Bi dagirkirina van bajaran re kiryarên hovane li hember şêniyên bi sedê salan li wan xakan dimînin kirin. Îro heman çeteyên ku tenê nave xwe guhertine û bi navên cuda tevdigerin li pey meşrûiyetan e. Mînaka wê jî HTŞ’ya îro li Şamê xwe kiriye hikûmet e. Me hemûyan jî dît bê wan çeteyan li beravên Sûriyeyê, Siwêdayê û herî dawî li Helebê çi anîn serê gel.”
Ezîme Kobanê destnîşan kir ku dema behsa rewşa jinan dike pir xembar dibe û wiha domand, “Ji ber êş û zextên bi wan re rûbirû tên ji kûr ve his dikim. Bêguman divê jin destpêkê rastiya hişmendiya mêrperest û desthilatdar nas bikin. Bi vî awayî wê karibin xwe ji wê hişmendiya hovane ya dûrî mirovatiyê ye rizgar bikin. Li ser vî bingehî jî wê karibin azad bifikirin, xwe zana bikin, ji bo rizgariya civaka xwe jî bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin.”
Gaziya şer Ezîme Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Bi munasebeta salvegereke nû ya 25’ê Mijdarî Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê bang li hemû jinan dikim. Li dora paradîgmaya Rêbertî bibin yek, ji bo serketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertiya me da destpêkirin bi hemû hêz û îradeya xwe bixebitin. Em 25’ê Mijdarê bikin wesîleya azadiya fizîkî ya Rêbertî, jin, civakan.”




