‘Divê ti kes li derveyî komînan nemîne’
Asya Weşûkanî

Civak du tiştan bi hev re dijî. Ew koledarî û serweriya di nava hev de hatiye strandin û weke hevîrekî tirşkirî lê hatiye. Tişta herî xerab jî ew e mêr di nava civakê de xwe weke hebûneke azad û serbixwe dibîne. Ev jî dibe sedema jin û mêr di nava koletiya xwe de bifetisin û haya wan qet ji wan tineye. Naxwe divê jin û mêr tev têbigihêjin ku sedema koledariya kûr a têde ne jî ji pergala dewletê zêdetir, ew bi xwe ne.
Pergal ji komeke kesên çavên xwe berdidin valatiya di nava civakê de tê jiyîn û li ser wê jiyana xwe didomînin pêk tê. Ew kes jî ji nava civakê dertên û li ser serê civakê dibin zordar. Ew kesên dayik wan mezin dike, piştre dibin bela serê jin û civakê. Naxwe divê hişmendiya civakê pir baş were lêkolînkirin.
Rêber Apo dibêje, “Divê her kes ji xwe de dest pê bike, li ber neynikê li xwe temaşe bike da ku rastiya xwe bibîne.” Eger wiha nebe wê her serê jin û civakê di nava belayê de be. Wê desthilatdarek biçe, li şûna wî yekî din were. Dibe ku ev desthilat jin be jî. Ji ber di nav pergalê de jin jî bi hişmendiya civaka zayendeperest tên mezinkirin.
Teqez divê em pirsgirêkan ji kokê bigirin dest, lêkolîn bikin da ku em xwe ji rastiyên pir bi êş yên kole û efendîbûnê rizgar bikin. Hewce ye haya jin û civakê ji xeteriya ku hin efendiyên wan ên nû çêbibin hebin û li hember wê divê tedbîrên wan jî hebin. Tedbîr jî ew e civak û jin xwe di warê exlaqî û polîtîk de, pêş bixin û kûr bikin. Weke Rêber Apo gotiye, “Pêwîst e ne jin, ne jî mêr, ti kes ji derveyî komînan nemîne.” Ev jî dibe pergala civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê.
Hewce ye jin, ciwan û tevahî beşên civakê xwe ji rêbazên pergala şerxwaz û desthilatdar dûr bixin, vegerin ser xwezaya xwe. Li ser vî esasî wê zane bibin û azadiya xwe pêkan bikin.
Ev erk û wezîfeya me hemûyan e ku em parêzname, dahûrandin, tehlîl û pirtûkên Rêber Apo bixwînin, fêm bikin. Hewce ye em xwe di ramanên Rêbertî de kûr bikin. Ji bo pêşxistina vê pêvajoya nû ya di pêşengiya Rêber Apo de dimeşe, divê bi hemû hêza xwe em bixebitin. Bi ronahiya wan jî em têkoşînê xurt bikin da ku em xwe ji hişmendiya serwer rizgar bikin û bigihîjin serketina daîmî.