Divê em hevaltiya Apoyî li her cihî ava bikin
Zîlan Kobanê

Dema hevalên me şehîd dibin em gelekî, xembar dibin. Ji ber hevaltiya me ji hemû têkilî û girêdanên di nav pergalê de tên zanîn cudatir e. Hevaltiya me li ser bingehekî îdeolojîk û zanebûna şoreşgerî ye.
Hevaltiya di nav Tevgera Azadiyê de ne mîna xwişk û biratiyê ye. Weke beden û ruhekî ye. Lewma dema hevalek şehîd dibe em pir diêşin. Lê ya herî girîng jî em wan êşan dikin sedema zêdetir pêşxistina têkoşînê û dilsoziya bi Rêbertî û xaka pîroz re.
Piştî pergala sermayedar hişmendiya xwe ya sûdmend û madiyatperest xist nav civakê têkiliyên mirovan, bi taybet jî hevaltî xerab bû. Bi piranî wer li mirovan hatiye ku eger ne ji bo berjewendiyekê be kes êdî silav nade kesî. Lê hevaltiya di nava şoreşê de weke avê pak û zelal e. Bêyî berjewendiyên şexsî li ser esasê armanc û feydeya gel, ax û azadiyê ye.
Gelek şoreşgerên derveyî me jî dema tên nav me dibin heyranê hevaltiya me ya di nav Tevgera Azadiyê de. Ev hevaltî li ser prensîb û rêgezên ku Rêbertiya me hê di dema koma Apociyan de pêş xistibûn ava bûye û didome. Hevaltiyeke heta hetayê ye. Di vê hevaltiyê jiyana sexte, ji rêzê û xiyanet nîne.
Rêber Apo têkildarî heval û hevrêtiyê wiha dibêje, “Divê mirov li têkiliyên hevaltî û hevrêtiyê baş serwext bibe. Têkiliyên hogirî û hevrêtiyê naveroka têkiliyên civakî nîşan didin an jî divê nîşan bidin. Çiqasî civaka dîrokî nîşan didin divê ewqasî civaka siberojê jî nîşan bidin. Bi awayekî bingehîn têkiliyên îdeolojîk in; têkiliyên heqîqetê ne ku îdeolojî wan derdixe holê û rê li wan vedike da ku darî çav bibin. Di vê çarçoveyê de yekîtiya du heval û hevrêyan bi tenê yekîtiyeke îdeolojîk nîne, di heman demê de yekîtiyeke heqîqetê ye ku kapasîteya îdeolojîk rê li ber vekiriye yan jî divê bi vî rengî pêk bê.”
Hewce ye jin jî hevaltiya şoreşgerî û bi taybet jî hevaltiya Rêber Apo, ji xwe re mînak bigirin. Ji bo ev hevaltî di nav hemû civakan de pêş bikeve divê jin û ciwanên dilsozên Rêbertiyê bi erka xwe rabin. Di vê pêvajoya ku em di nav şoreşê de şoreşan pêş dixin, divê hevaltiya Apoyî ya hevrê Kemal Pîr bi awayê, “Tenê ne fikrên me divê ruhê me jî yek be. Pêwîst e di nav me de yekîtiya ruhî hebe,” anîbû ziman, em li her cihî ava bikin.
Li ser vî esasî bi hevaltiyeke Apoyî ji bo şoreşa exlaqî û polîtîk ava bibe, divê em hemû berpirsiyartî û wezîfeya dikeve ser milên xwe pêk bînin. Weke gaziyên şer ên ji bedena xwe parçe dane, bi serwextbûna ku gazî pêşengên şoreşê ne pêwîst e di têkoşîna rûmetê de em bibin rênîşanderên tevahî kesên dixwazin bi hevaltiya Apoyî bijîn û têkoşîn bikin.