‘Divê ciwan li hember şerê taybet hişyar bin’

Gaziyê şer Baz Efrîn li ser mijara şerê taybet ê li ser ciwanan tê pêkanîn bertek raber kir û got: “Bikaranîna madeyên hişbir tiştekî wisa xweber û ji rêzê nîne. Ti ciwan van wan madeyên xerab bi zanebûn bi kar nayînin. Divê li hember vê tevahî ciwan hişyar bin.”
Gaziyê şer û endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Baz Efrîn têkildarî bikaranîna madeyên hişbir a weke polîtîkayeke şerê taybet ji aliyê dagirkeran û çeteyan ve tê pêşxistin nêrînên xwe anîn ziman.
Gaziyê şer Baz Efrîn diyar kir hêzên dagirker û pergala sermayedar pir bi zanebûn ji bo felckirina civakê li ser ciwanan rêbazên pir bi cir bi kar tîne û got, “Dizanin ku ciwan hêza herî çalak û aktîf a civakan e. Dijmin ji bo civakê ji asta ku jêre nebe astengî derxe bi taybet bi rêbazên şerê taybet li ser ciwan û jinan hesab û planan dike. Pêşxistina bikaranîna madeyên hişbir jî yek ji wan e. Ew made mejiyê mirov ditevizînin û bi demê re mejî û bedeneke ji xwebûna xwe derketî çêdibe. Pergala desthilatdar û sîstema kapîtalîst ji bo civakên Rojhilata Navîn pûç bike, serweriya xwe li ser wan ferz bike û wan weke koleyan ji xwe re bi kar bîne, serî li rêbazên wiha dide.”
Baz Efrîn anî ziman ku serwer bi taybet van rêbazan di nav civakên azadîxwaz de pêş dixe û wiha dewam kir, “Bikaranîna madeyên hişbir tiştekî wisa xweber û ji rêzê nîne. Ti ciwan van wan madeyên xerab bi zanebûn bi kar nayînin. Divê li hember vê tevahî ciwan hişyar bin. Qet pêdiviya mirovan bi wan madeyên wiha xeternak tineye.”
Gaziyê şer destnîşan kir ku divê ciwan werin zanakirin da ku nekevin xefka çeteyên bazirganiya narkotîkê û madeyên hişbir dikin û got, , “Derman û çareya xweparastina ji wan çeteyan û madeyan ew e ku ciwan rêxistinbûna xwe xurt bikin, di aliyê fikrî, felsefîk û îdeolojîk de xwe pêş bixin. Mirovên di valatiyê de her tim ji tehlûkeyan re vekiriye. Lewma hewce ye di serî de ciwan hemû beşên civakê xwe perwerde bikin. Perwerdeya herî encamgir jî ew e mirov xwe di fikir û bîrdoziya Rêber Apo de pêş bixin. ”
Endamê FGBRS’ê û Gaziyê şer Baz Efrîn wiha dawî li axaftina xwe anî, “Ez bang li tevahî ciwanan dikim ku ji bo azadî û wekheviyê timî di nav livûtevgerê de bin. Dijmin û dagirkerên nikarin di aliyê eskerî de me têk bibin, dixwazin bi rêbazên şerê taybet ên weke madeyên hişbir mirovên me bêtesîr bikin, wan bê îrade û bê vîn bihêlin. Hewce ye em van lîstikan jî pûç bikin. Hêza ciwanên Kurd û Ereb ên xwedî keramet û azadîxwaz heye ku wan plan û lîstikên qirêj xerab bikin.”