DÎROK ÇI YE Û ÇIMA EM FÊRÎ DÎROKÊ DIBIN?
Cûdî Cizîr

Dîrok çi ye? Dîrok zanisteke li ser tevahiya jiyana civakî ya mirovan lêkolîn dike. Cih, dem, sedem, encam û berhemên destkeftî digire dest. Mijara dîrokê bi hemû aliyên xwe ve bûyer û serpêhatiyên mirovahiyê ne. Yek ji zanistên civakê ye, lewra pêwîst e bi rêbazeke diyar bê lêkolînkirin. Her ku dem di ser mirovahiyê re bibore, dibe malê dîrokê. Mînak, her pêvajo bi serê xwe dîrokek e. Di vê wateyê de jî li hember dîrokê bi eniyeke paqij û vekirî, li pêşberî paşêrojê bi hêviyek mezin mirov radibe û rê werdigere. Bêguman encam serkeftin e.
Di ronîkirina bûyerên dîrokî de xalên bingehîn ev in: Bûyerên dîrokî di demên borî de, di dem û cihên diyar de derketine holê. Derdorên cografîk û mercên xwezayî yên civaka jiyayî pir girîng in. Awayê jiyanê û pêşketinên wan, girêdayî rewşa wan a cografîk e. Bi bandora dîrok û cografyayê xwediyê xisletên cihêwaz in ku ev yek îro jî bi hêsanî tê dîtin. Di encama vê yekê de herikîna dîrokê, li derdorên cihê de bi awayên cuda pêk hatine. Tiştek bê dem û bê cih nabe. Di pêkhatina her bûyereke dîrokî de bi misogerî sedemek an jî hinek sedem hene. Sedema bûyeran; weke bûyerên ku mirovan afirandî û bûyerên sirûştî, dibin du beş.
Bûyerên ku mirovan afirandî bi bûyerên xwezayî ve ango bûyerên ku ji derveyî xwestek û daxwazên mirovan pêk hatine re jî ji nêz ve pêwendîdar e. Bi erênî yan neyînî her bûyereke ku çêdibe bi xwe re encamên cur bi cur pêk tîne. Li Kurdistanê têkoşîn, şer, pevçûn û kiryarên terorê blokeke îktîdarê ya xweser pêk tîne. Ev blokên îktîdarê di hemû sîstemên sereke yên dîrokê de hebûna xwe bi hêza eskerî û şer dewam kirine û mîna hevîr hemû hucreyên civakê strane û şekil danê. Dîroka têkoşîna me û rastiya Rêbertî daye diyarkirin ku fikrek azad dikare her tiştî biguherîne. Ji bo wê ye ku tespîta ‘Şoreşgerek dikare cîhanê biguherî ne’ hatiye kirin. Dîrok xwe nûjen dike. Di şexsê milîtaniya Apoyî de, ew sekna lehengî, fedaî û însanî ya ku dîrok û civak winda kiriye radibe ser xwe û dibe malê dîroka azadiyê. Mînak, pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê çêdibin dîrokî ne.
Em di nav xebat û têkoşîneke dîrokî de ne, lê ti tevgereke şoreşger ewqasî lêdanê qebûl nake. Wekî ku tê zanîn dîrok bi qasî îfadeya bîr û hafizeya civakî ye, ewqas jî îfadeya em kî ne, ji ku hatine û çawa dijîn e jî. Li dijî dîroka serdestan, derxistina holê ya dîroka me ya cewherî, watedarkirin û li ser wê avakirina pêşerojê, sedema hebûn û nasnameya me ye. Bi xwedîderketina hemû mîrasên dîrokê yê civaka exlaqî-polîtîk, hegemonyaya pergala kapîtalîst derbas kir û di asta herêmî-gerdûnî de hesta hêvî, bawerî, moral û jiyana azad di nav mirovahiyê de afirand. Dîrok bi aliyên xwe yên heyberî û rewanî ve pireke di navbera dema derbasbûyî û dema bê de hatiye sazkirin e û guftûgoyeke berdewam e.
Dîrok, hiş û bîra mirovahiyê ye. Bi awayekî rast, berfireh û bêalî heke em bûyeran binirxînin û li ser wan bihizirin, wê bûyer ji dema xwe ya derbasbûyî derkevin û bibin giştî. Dîrok ji bo bi zanebûn sazûmankirina dema bê jêdera herî girîng e û pêwîst e mirov serî lê bide. Di cîhana me ya îro de û di demên li pêşiya me de, em neçar in bûyeran bi çavê dîrokzanekê/î bigirin dest û binirxînin. Em çiqasî dîroka xwe bizanin; em ê ew qasî civak, netewe û cîhanê jî baş bizanin.
Cîvaka ku dîroka xwe nizane, dişibe mirovek hişê xwe windakirî. Di heman demê de piraniya dîroka mirovahiyê bi destê dagirker û desthilatan hatiye nivîsîn. Lewma dîrok gelekî hatiye berevajîkirin û gelek aliyên wê di tariyê de mane. Mebest ew e, ew tiştên heya niha mirov fêr bûne, dibe ku gelek ji wan bigihin rastiya xwe ya resen û bêne guhertin. Ji bo gelê Kurd fêrbûna dîrokê pir girîng e.
Di vî warî de mirov dikare ji lêkolîn û afirandinên Rêber Apo sûd werbigire. Gelê Kurd yek ji gelên herî kevin ê dîroka mirovahiyê ye. Pêşxistina şaristanî û girîngiya Mezopotamyayê di vê herêmê de xebat û afirîneriya civakên Aryen, bi taybet jî rola gelê Kurd a di şaristaniyan de hatiye îspatkirin. Rêbertiya me ne tenê şoreşgeriya Kurdistanê, bi giştî şoreşgeriya cîhanê dike. ji lewra mirov dikare bêje ku Rêber Apo di aliyê dîrokî û civakî de, dibe hêza hîmdar a dahûrîner.




