Dilên azadiyê pêşeng û serkêşên civakê ne
Mazlûm Yildiz

Teqez divê were zanîn ku dilên azadiyê, pêşeng û serkêşên civakê ne. Em ji hevalê Weysî Aktaş bigirin tevahî hevrêyên din ên bi dehan salan di zindanan de mane ji bo xak û gelê xwe şoreşgerî kirin, li ber xwe dan. Di pêşengiya Rêber Apo de bi sebir û tehemûleke bêhempa şoreşa Kurdistanê gihandin asta me ya îro. Em weke gel û şoreger deyndarên wan in.
Têkoşîn û berxwedana zindanan a ji Mazlûm, Ferhadan, Kemal û Xeyriyan dest pê kir, ji bo li deşt û çiyayên Kurdistanê têkoşîn mezin bibe rê vekir. Mîras û rêûresmeke berxwedanê ava bû.
Dibe ku hinek kes wirde û virde xeber bidin, lê yên jiyane û dîtine dizanin bê ka zindan çi li mirovan dike. Her kêliyeke li zindanê mîna salekê ye.
Jixwe dema min li wêneyê ciwantiyê yê heval Weysî temaşe kir û dema wî ya niha da ber hev, min ji kûrahiya dilê xwe his kir bê ka di nav çiqas zor û zehmetiyan re derbas bûye. Lê ligel vê kesayeteke xwe bi bîrdozî û fikrên Rêber Apo gurçûpêç kiriye jî xwe bi her awayî di şexsê hevrê Weysî de dide nîşandan.
Ez bi rêz û hurmeteke mezin dibêjim, “Tu bi xêr hatî nav xel û mirovên xwe hevrêyê hêja Weysî.” Tu bi reng û bêhna Girava Îmraliyê ya Rêbertiya me lê ye hatî Kurdistanê. Te silavên Rêber Apo ji me re anîn û te got, “Serok dibêje, ‘Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê.’”
Em ji Rêbertiya xwe û ji we pir bawer in ku ev pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertiya me dest pê kir, wê bi serketinê bi encam bibe.
Em pir bi hêvî ne ku di demeke herî nêz de Rêber Apo jî di nava xwe de bibînin û li dora Rêbertî bicivin. Jixwe Rêber Apo di fikir û ruh de bi berdewamî bi me re ye, lê bi awayekî fizîkî dema em Rêbertî bibînin, helbet wê pir û pir cuda be. Bi hêviya rojên azad ên bi Rêbertiyê re em careke din dibêjin tu bi xêr hatî hevalê Weysî.