Di têkoşînê de zîhniyet, tarz û uslûb
Cûdî Cizîr

Çawa zîhniyet girîng e, tarz jî ewqasî girîng e Ji ber zîhniyet û tarz hevdu temam dikin. Eger hevdu temam nekin pêşketin û serketin çênabe. Serketin di zîhniyeteke rast de ye. Lewma Rêber Apo dibêje, “Yê zîhniyeta wî ne ya me be, pratîka wî jî nabe ya me.” Yê zîhniyeta Tevgerê esas negire tarz, rêxistin û têkoşînê jî esas nagire, wê li gorî xwe bike.
Di Rêbertiya me de îdeolojî û rêxistin gihandina hev û hêza wê bikaranîn esas e. Rêbertî bi vî tarzî pêşketinan ava dike. Ji ber vê tarz girîng e. Eger zîhniyet rast nebe, tiştên din rast pêş nakevin û encam jî nayên girtin. Lê belê tenê bi zîhniyetê jî encam nayê girtin. Divê li gorî wê tarz, tempo û uslûbek hebe ku encam bê girtin.
Eger terz, tempo û uslûb ne li gorî zîhniyetê bin û wê temam nekin, çi bê kirin jî bê feyde ye. Lewma di têkoşîna me de zîhniyet, tarz, tempo, uslûb, îdeolojî, felsefe, rêxistinbûyîn û pratîk xisûsên muhîm in. Di nav Tevgera Apoyî de tê hem bifikirî bikî, hem bikî bifikirî. Ango fikir, rêxistinbûn û çalakî wê pêkve be. Divê yek ne li pêşiya ya din be.
Milîtanên Têkoşîna Azadiyê li ser vî esasî tevdigerin. Tarzê têkoşînê ev e. Tarz jî ji zîhniyetê derdikeve û wê temam dike. Zîhniyet cuda, tarz cuda nabe. Eger wisa be mirov nikarê encam bigire, pêşketinan ava bike û serketinan bijî. Ango rêxistinbûyîn û pratîkbûyîn e. Rêxistinbûyîn û pratîkbûyîn jî armanca bê pêkanîn diyar dike. Tarz serketin û binketinê diyar dike. Ango ya serketin jî binketin jî girêdayî tarz e. Heke tarz rast be serketinê; şaş be binketinê çêdike. Ya bi esasî nasnameya tevgerekê çêdike tarz e. Ya tevgerekê ji yên dîtir cuda dike jî tarze.
Mînak, têkoşîna Rêber Apo ji ya hemû rêberan cudatir e. Rêbertî bi rêya Tevgera Azadiyê civaka Kurd, mirovên Kurd qezenc kir, dijminê mirovahiyê tehlîl kir û li gorî wê jî tarzekî têkoşînê pêş xist. Ya encam da ew bû. Di Rastiya Rêbertî de zîhniyet, rêxistin, tarz û pratîk bi hev re tê jiyîn. Yek ne li pêş yekê ye. Diyalektîka Rêber Apo û Tevgera Azadiyê li ser vê esasî ye.
Tarzê têkoşînê, di Tevgera me de li ser vê esasî ye. Kesên Rêber Apo esas digirin dê vî tarzî esas bigirin. Li gel tarz, uslûb û xîtabet jî bi bandor e. Mirov dikare bêje ku uslûb ne tenê xîtabet, di heman demê de tarzekî jiyanê ye. Eger uslûbê mirovan rast be, serketinê çêdike. Kêm û şaş be binketinê çêdike. Uslûbê ku Rêber Apo dimeşîne tehlîlker e; pêşketin, serketin, moral, bawerî û zanebûnê çêdike.
Hişmendiyeke rast, tarzekî rast, tempoyeke enerjîk û xîtabeteke baş serketîn çêdike. Serketin jî esas di zîhniyet de ye. Mînak her tişt di îdeolojiyê de tê qezenckirin an jî tê wendakirin. Ev rastiyeke, lê belê rêxistin û pratîk jî weke zîhniyetê pir girîng in. Serketin di tarzê xebatê, exlaq, tempo û uslûbê wê de ye. Heman wextî tevger jî muhîm e. Di wextê wê de tevgerandin rê li ber encamên serketî vedike.




