‘Di jiyana zehmet de bû xwedî vîneke azad’

Norşîn Kato

Carinan bi helbestekê, carinan bi nivîsekê, carinan jî bi stranekê mirov dikare terîfa jiyanê bike. Lê dema şoreşger û pêşengên weke heval Sara werin pênasekirin, ma em dikarin bêjin gotinek têr dike? Ew hevrê ne ku jiyaneke herî watedar nîşanî me dan û her zehmetiyên jiyanê veguherandin kêliyên berxwedan û serketinê.

Di her kêliya jiyana hevala Sara de me ew rastî bi awayekî herî muezem û watedar dît. Hevala Sara timî bû şopdara Rêber Apo. Ji bo şoreşgeran û bi taybet jinan rêya diçe serketinan heya dawiyê vekir û rohnî kir.

Heval Sara bi rastiya milîtantiya Apoyî ji bo jinên ti carî nedikarîn hebûna xwe bidin nîşandan û qebûlkirin, bû tova jiyana azad û li her cihî belav bû.

Şervan û milîtanên di xeta Rêbertî û Sarayan de timî xwedî hêvî ne. Ji ber bi biryardarî xwe di armancên serketinê de kilît dikin. Ev herî zêde jî di rastiya şehîdên me de xwe derdixe holê. Dema mirov bi xwebûna xwe bijî ma mimkun e serî li cureyên jiyaneke din bide? Şehîdên me bûn hebûna herî esîl a rastiya jiyana azad.

Heval Sara weke jineke pêşeng xwe bi fikir û îdeolojiya Rêber Apo gurçûpêç kir, bi serhildêriya xwe gihand hev û bû sembola hemû jinan. Ji bo her kesî têkildarî xeta azadiya jinan agahdar bike di nav berxwedan û têkoşîneke destanî de bû. Di nav jiyana herî zehmet de bû xwedî vîneke azad.

Me rastî û wateya hevaltiyê ji pêşenga xwe hevrê Sara wergirt. Bi hêz û îradeya hevrêyên wekî Sara em ti astengiyê ji xwe re nakin pirsgirêk. Tenê bi dilsoziya bi hevrêyên wiha, bi mîrasa berxwedanê ya ji me re hiştine û bi fikir û îdeolojiya Rêbertî em ê bigihîjin serketinê.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button