Di êrîşa dewleta Tirk de rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn.

Xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn duh saet derdora 15.20’an de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirîn di êrîşa balafirên bêmirov a çekdarî (SÎHA) ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker de, şehîd bûn. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Xebatkarên çapemeniya azad ji 8’ê Kanûnê û vir ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê yên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qerekozaxê û berxwedana li dijî wê dişopandin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button