Di dîroka Tevgera Azadiyê de gelek mirovên qehreman derketin
Asya Weşûkanî

Di dîroka gelê Kurdistanê de gelek şêrejin û mêrxasên canfeda derketin. Hîna jî ew egîdên qehreman dertên û ji gelê xwe re dibin lehengên canbexşane. Di nava her gelekî de fermandar û şervanên wiha, şerkerên nimûne û bi nav û deng derketine. Navê wan di pelên dîrokê de hatine nivisandin. Lê di dîroka gelê Kurdistanê de gelek egîdên çeleng derketine û di cih û demên xwe de bûne qehremanên bêhempa. Ji ber ji derveyî layiqî Rêber Apo, gel û welat bibin ti navdarî ji wan re nebûye mijara lêgerînê. Cangoriyên leheng her baldar bûne ku erkên xwe yên pê hatine erkdarkirin bi rengekî herî baş û mukemel pêk bînin. Qehremanên gel her hewl dane erkên li ser milên xwe bi fedakarî û semîmiyet pêk bînin, layiqî Rêber, şehîd, gel û welat bibin.
Egîdên gelê Kurdistanê her hewl dane sozên xwe pêk bînin. Her yek ji wan jî sozeke xwe ya bi bandor hebûye. Xwestine têkoşîna wan were berdewamkirin û çeka wan li erdê nemîne. Dibe ku ji hêla dijmin, xayînan ve û hin kesên cahil û nezan jî gelek qal û qîl werin kirin. Lê tekez divê were zanîn ku qehremanên gelyên cenga giran xwe fedayî doza wekhevî, edalet û azadiyê kirine. Mêrxas û ferîşteyên welatê rojê canê xwe fedayî, hedef û armancên mirovî kirine. Dijmin û xayîn çi dibêjin bila bibêjin tekez wê doza wan lehengan bi serkeftinê tacîdar bibe. Ez careke din jî li vir dubare dikim û dibêjim, qehremanên Kurdistanê ne weke yên her welatekî ne. Ji ber Kurd xwedî berxwedaneke dîrokî ne û egîdên hemdemî jî weke pêşiyên xwe bêhempa ne.
Cangoriyên îro di eniyên şer de bi lehengî şer dikin û canê xwe feda dikin şervan û şagirtên Egîd û Zîlan in. bi sedan jî soz didin wê li ser şop û rêça wan bimeşin, çeka wan li erdê nahêlin. Egîdên, Tevgera Azadiyê û cengawerên cenga giran û awarte, di şerê xwe de îspat kirine ku ji mirinê mezintir in. Ew têkoşîn û berxwedan jî bi demê re bûye çandeke resen, ji jinan û gel re jî. Em rojane dibînin dayik û xwişkên me wan gotinan li ser Bendava Tişrînê (Bendava Şehîdan) dubare dibêjin, “Em ji mirinê mezintir in. ev jî cihê serbilindiyê ye. Gelê Kurdistanê bi keç û lawên xwe yên egîd û qehreman gelekî şanaz û serbilind in. Nexasim hîna jî cengawerên wiha çeleng û bedew li meydanên şer rojane canê xwe feda dikin û li şûna rondikbarînê û xemgîniyê soz didin wê li ser şopa wan şêrejin û mêrxasan têkoşîn bikin û li ber xwe bidin.
Şoreşgerên dilwêrek û canbexşane ji bo rûmeta gelê xwe canê xwe feda dikin û ji dijmin re meydanê dixwînin. Ew ji bo me, jin, ciwan û tevahî gel perspektîf in ku pileya têkoşîna xwe bilind bikin û bigihînin serkeftinê. Weke têyzanîn di van 50 salên dawiyê de, egîdên Kurdan li ser çanda bav û kalên xwe yên resen têkoşîneke bêhempa didin û ji tevahî cîhanê re dane îspatkirin ku wê tekez Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad bikin û serkeftinê qezenc bikin. Di serî de jî me îşaret bi wêrekî û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got ku çawa keç û kurên wan di sengerên şer de li ber xwe didin û destanên qehremaniyê xêz dikin.
Bi mebesta bîranîna pakrewanên Kurdistanê yên pîroz em cangoriyên qehreman bi bîr tînin, bi hurmet û minetdarî bejna xwe li hemberî egîdbûna wan lehengên hemdemî ditewînin. Soza xwe ji wan pakrewanên qehreman û bi rûmet re nû dikin û dibêjin, “Em weke heval û hogirên we sozdariya xwe ji were tînin ziman û dibêjin, heya em sozên xwe pêk neyînin wê sekn û hedan li me tinebe.” Careke din jî ez şehîd Şervan (Egîd Roj) ê di hefteya dawiyê, gihişt karwanê pakrewanên pîroz bi bîr tînim, ji malbata wî ya bi rûmet û ser bilind re dibêjim, hûn gelekî bi şans in ku xwedî egîdekî wiha canfeda û qehreman in. Em pir baş dizanin niha dilê we weke volqaneke har dikele û agir bi ser dijmin dibarîne. Em jî weke heval û hogirên Egîd ên têkoşîna azadiyê soz didin we em ê têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin û tola wan ji dijminan rakin. Di heman demê de em bang li tevahî jin û ciwanan dikin ku li ked û têkoşîna şehîdên qehreman derkevin û roj roja berxwedanê ye.