Di avakirina civaka demokratîk û sosyalîst de erkên gaziyan
Sorxwîn Koçer

Rêber Apo têkildarî gaziyên şer dibêje, “Gazî şehîdên zindî ne.” Bi vê pênaseyê destnîşan dike ku yên divê herî zêde xwedî li nirxên şoreşê yên madî û manewî derkevin û heya dawiyê bibin jî gazî ne. Gazî ew in ku bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin û şoreşa gelan bi serketinê tacîdar bikin. Her wiha yên armancên şoreşa Kurdistanê ya civaka ekolojîk, demokratîk li ser bingehê azadiyê jinê ava bikin û bikin malê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dîsa gaziyên şer in.
Bi taybetî di vê pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin de rol û mîsyona hevalên gazî hîn zêdetir şênber û giran dibe. Divê ji her kesî zêdetir gazî xwedî li “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo derkevin û guhertineke hişmendî bidin destpêkirin.
Di her demên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê pêngavên nû pêş xistine gaziyan bi lez xwestine fêm bikin û pratîze bikin. Di roja me ya îro de yên vê pêvajoyê rast fêm bikin, dixwazin hevaltiyeke rast bi Rêber Apo re pêk bînin, wê hevaltiya xwe bi avakirina civakeke demokratîk û sosyalîst tacîdar bikin. Wê pergala nû ya hemdemî diyarî gelan bikin. Weke hawariyên Rêber Apo wê pêvajoyê bi mirovan bidin fêmkirin.
Hewce ye mirovên ji bo azadiyan gelan ji bedena xwe parçe dabin, têkildarî çareserkirina pirsgirêkên dibin sedema şer û pevçûnan di nav hewldanan de bin. Îro jî ew roj e, em xwe di hêla ruhî û hişmendî de biguherin û sererast bikin. Eger her yek ji me wiha tevbigere teqez wê hemû pirsgirêkên civakê çareser bibin. Wê pêkanîna paradîgmaya Rêber Apo jiyanî bibe û dê weke çandekê li tevahî cîhanê pêş bikeve.
Pêwîst e gazî li dora Rêber Apo bibin xelek, li dijî her cure paşverûtî û hewldanên provokatîf karibin têkoşîneke bêhempa pêş bixin. Li dora Rêber Apo bûyîna xelek, tê wateya parastina fikir û keda Rêbertî ya 52 salan a li ser xeta jiyana wekhev û azad. Weke milîtan û hevrêyên Rêber Apo yên gazî heke em li dijî her cure xerabiyan têkoşîna xwe bidomînin, teqez em ê ji Rêber Apo re bibin stûnên bingehîn ên rêxistinî û serketinê bi dest bixin.
Pêwîst e beriya her tiştî em bibin kesayetên, komunal û sosyalîst ji bo em karibin civaka exlaqî û polîtîk pêş bixin. Eger em karibin xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo têr bikin, wê ti tiştek nikaribe li pêşiya me bibe kelem û astengî. Ji bo mirov bibe kesayeteke xwedî hişmendiyeke komunal, demokratîk û sosyalîst, jin û civak bigihîjin jiyana azad û wekhev divê têkoşîn were pêşxistin.
Pêwîst e em weke hevalên gazî xwe hîn zêdetir xwe rêxistin bikin û pêş bixin da ku em karibin barê vê serdemê rakin. Em çiqasî karibin di xwe de şoreşa guhertin û veguhertinê çêkin em ê ewqasî jî bi pêvajoya heyî re bibin yek. Ji bo ku em weke stêrkan civak û cîhaneke dibiriqin biafirînin û ronî bikin divê em ji her demê zêdetir xebatan bidin meşandin, lêhûrbûnan bikin.
Hewce ye em pirsên, “Em ê çawa vê pêvajoyê heya serketinê bibin?” timî ji xwe bikin û çareseriya wê jî deynin holê. Rast nêzbûna pêvajoyê rast nêzbûna ji xeta bi hezaran şehîdan re ye. Şehîdên me yên leheng û qehreman bi qasî ava çemê Dîcle û Firatê xwîna xwe ya zelal ji bo jiyaneke azad û bi rûmet li ser van axên qedîm rijandine. Xwedîderketina li vê xwînê jî deynê me yên hevalên gazî ye. Di avakirina civakeke azad, exlaqî û polîtîk rol û berpirsiyartiya herî girîng a hevalên gaziyên şer in.
Gaziyên şer di armanc û hedefên xwe de zelal in. Ji ber vê em qet bêçare namînin û çi dibe bila bibe teqez em ê astengiyan nas nekin. Em ê ji Rêber Apo re bibin bersiv û erkên xwe pêk bînin. Ji dil û can em ê tevlî her xebata ji bo pêşxistina pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bibin.