Di aliyê giyanî de nasîna hevalên xwe
Rûsyar Mazlûm
Eger mirov bixwaze hevalên li kêleka xwe binase û fêm bike hewce ye, destpêkê mirov hewl bide derûniya wan têbigihe. Ji ber her mirovek xwedî derûniyek cuda ye. Ji bo wê jî pêdivî pê heye ku mirov ji bingeh de bigire dest.
Bingehê wê jî ji zaroktiyê tê. Malbat, zarok bi kîjan şêwazî mezin bike, ew zarok heya mezin bibe jî wê wer bimîne. Ji lewra bandora zaroktiyê li ser giştî jiyana mirovan heye û derûnî di jiyanê de xwedî cihekî girîng e.
Hinek mirov li gor şêwazê mezin bûye ferq û cudahiyan dixe nava zarokên xwe yên kur û keç. Heke ew kes li gor şêwazê feodal mezin bûbe, zarokên xwe li gor wê mezin dike. Dîsa dayik dema keça xwe ya hîna temenbiçûk ligel fêrî karê malê dike, wê li gor rewşa ku di pêşeroja wê de tenê zewac û mêrek heye mezin dike û wisa amade dike.
Hin mirov jî derûniya hezkirinê dijîn, hin kes jî ya xweşikbûnê dijîn. Ev jî di nav de gelek rengên bandora derûniyê hene. Lewma hewce ye mirov baş li ser van mijaran bisekine, hewl bide hûrûkûr hîn bibe.
Em di nav refên azadiyê de ne û endamên Tevgera Azadiyê ne. Em şagirtên Rêbertî û şopdarên şehîdan e. Dema em hewl didin rastiya Rêbertiya xwe tehlîl bikin hewce ye em kesayeta xwe jî analîz bikin.
Pêwîst e em li gorî wê tevbigerin û xwe sererast bikin. Dema em lingê xwe diavêjin nav vê Tevgera Azadiyê divê em her kêlî xwe biguherînin. Ji ber ku Tevgera Azadiyê pak û zelal e. Tevgera Azadiyê bi hevaltiya xwe tê naskirin.
Yê ev hevaltî pêş xistiye jî Rêber Apo ye. Hevaltî tiştekî gelek cuda ye, divê mirov qîmetê jiyan û hevaltiya xwe zanibe. Dema mirov di nava dorhêlek xweser de be, her heval weke kulîlkekê bi reng û bêhna xwe geş û bedew dibe. Ji lewra mirov xwe di nava baxek gulên rengîn de dibîne û her yek ji wan rengekî dide.