Dewreya Perwerdeyê ya Gaziyên Şer bi dawî bû

Li Akademiya Şehîd Şehîd Dewreya Şehîd  Ferhad Kobanê ya gaziyên şer bi dawî bû

Dewreya Şehîd Ferhad Kobanê ya Akademiya Şehîd Deştî ya girêdayî Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ya 45 rojan bi merasîmekê bi dawî bû.

Di dewreya perwerdeyê ya 21 gaziyên şer tevlî bûn û 45 rojan dewam kir, bi zimanê Erebî li ser esasê parêznameyên Rêber Apo dersên îdeolojîk hatin dayîn. Di dewreyê de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo jî hat xwendin û nirxandin.

Her wiha ligel dersan tehlîla şexsî ya gaziyên şer ên tevlî perwerdeyê bibûn jî hat kirin.

Gaziyên şer ên tevlî perwerdeyê bibûn diyar kirin di pêvajoyeke pir girîng de dewreya wan dest pê kir û gotin, “Bi xwendin û nirxandina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re zanebûna me ya têkildarî dîroka mirovatiyê, jiyana civakî û hwd. pir pêş ket. Tiştên me ji perwerdeyê girtine em ê di kar û xebatên ji bo şoreşê de pratîze bikin. Bi serwextbûna ku gazî pêşengên şoreşê ne û bi hêza me ji perwerdeyê girtiye em ê xebatên xwe bimeşînin.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button