Dem dema rizgarî û azadiyê

Kajîn Kobanê

Pêwîst e hemû jinên êşkişandî di 25’ê Mijdarê de biherikin qadan. Bêguman ne tenê jin divê mêrên azadîxwaz jî li gel jinan tevlî çalakî û aktîvîteyên têkoşîna li ser jinan bibin. Çima min got pêwîst e mêr jî derkevin çalakiyan? Ji ber mêr jî her di nav şeran de ne. Ew jî têne kuştin, rastî tundî û zexta pergala sermayedar û dagirker tên. Divê bi boneya 25’ê Mijdarê berteka xwe di asta herî bilind de bi hevrêyên xwe yên jin re nîşan bidin.

Bêguman di nav pergala bi her tiştên xwe li dijî tevahiya zindiyan e û ji bo berjewendiyên xwe dikare her hovîtiyê de bike de mêr weke dewleta biçûk zexteke pir dijwar li ser jinê pêk tîne. Dagirkerî hakimiyet û zordariya xwe li ser mêrê ku ji heza wî ya bedenî feyde digire dike. Mêr jî hemû kerba xwe radibe bi zexta li ser jinê derdixe.

Pêwîst e tevahî jin xwe bikin yek û her tim di nav çalakiyan de bin. Divê her rojên xwe bi coş û heyecana 25’ê Mijdarê bijîn. Heke jin li hember kuştin, girtin, destdirêjî û heqaretan dengê xwe dernexin, wê hişmendiya zayendperest tundiya xwe zêdetir bike. Lewma weke jin pêwîst e di aliyê fikrî û îdeolojîk de em xwe pêş bixin. Ya herî girîng jî divê em li ser esasê xweparastinê hem xwe hem jî civaka xwe rêxistin bikin.

Hewce ye her kes xwe li gorî vê amade bike, li hemberî zilm û tundiyê serî rake û bêje, “Êdî bes e ji talan, kuştin, lêdan, xerabkirin û destdirêjiyê re!” Divê em zanibin ku êdî dem dema rizgarî û azadiyê, dem dema aştî û civaka demokratîk e.

Em hemû bi hev re bêjin, “Jin jiyan azadî. Azadiya jinê azadiya civakê ye.” Rola me jinan a bingehîn jî ew e weke pêşeng beşdarî pêvajoyê bibin, perspekîfên Rêber Apo pêk bînin û xwedî li keda Rêberê xwe derkevin. Bêyî em taloq bikin pêwîst e weke jinên azadîxwaz bi hemû hêza xwe em bikevin nav hewldanan û vê berpirsiyartiya girîng a dîrokê daniye ser milên me bi awayekî layiqî keda şehîdan bigihînin serketinê.

Divê haya me ji cidiyet û giraniya pêvajoyê hebe û her kêlî li ser vî esasî bimeşin. Di pêvajoyeke wer girîng û hesas de teqez divê jinên ciwan jî bi rola xwe rabin. Bi salane li Rojhilata Navîn şer û dagirkeriyeke dijwar heye. Gelên herêmê û jin di bin zextên mezin de dijîn û li benda bidawîkirina dagirkerî, dijminatî û şer in. Rêber Apo jî rol û mîsyona pêşengtiyê daye jinan.

Tevahî şer ji ber hêzên dewletên netewe yên bingehê xwe ji zîhniyeta zilamsalariyê digirin rû didin. Pêwîst e, em jî weke jin xwe di van mijaran de zelal bikin, têkoşîna xwe ji bo bidawîkirina şer, kuştin, talan, zordarî, destdirêjî û neheqiyan bilind bikin.

Hewce di 25’ê Mijdarê de di serî de jin hemû beşên civakê xwe di van mijarên me anîn ziman de berpirsiyar bibin, ji bo jiyana hemû gel pêkve li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bijîn xwe di fikir û bîrdoziya Rêber Apo de kûr bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button