Çûyîneke ber bi Azadiyê ve
Îro di nava axîna danê nîvro de mabû kêfxweşiya me. Ji sibehê ve heyecaneke nîvkenî ya xatirxwestinê xwe li hawîrdorê belav kiribû. Wê heval bi rê ketibana û ber bi armanca pîroz ve ji bo meqsedên xwe pêk bînin wê pişta xwe dabana me.
Yekta Şoreş
Îro di nava axîna danê nîvro de mabû kêfxweşiya me. Ji sibehê ve heyecaneke nîvkenî ya xatirxwestinê xwe li hawîrdorê belav kiribû. Wê heval bi rê ketibana û ber bi armanca pîroz ve ji bo meqsedên xwe pêk bînin wê pişta xwe dabana me.
Erê bi rojan, bi mehan û bi salan hevalên em ligel hev bûn û di tavahîv, di bin asîmanê bi stêrkan xemilandî ku bîranîn û xeyalên qet nayên jibîrkirin me bi hev re parve kiribûn, dê çûbana îro.
Dem, di rojên wer de çi qas bi lez diçû. Te digot qey ketiye pêşbaziyekê û hema dixwaze bi lez û bez hewl dide ji me werbigire hevalên me, zeman.
Hevalên dê bi rê ketibana cilên xwe diedilandin, çente û sîlehên xwe dabûn ber daran û ken qut nedibû ji ser rûyê wan. Lê belê atmosfereke xemê û keserê xwe hakim kiribû li hawîrdor wisa hestek ku teng dike dil xwe bi cih kiribû di hinavan de. Bê ku lêv bilivin çav li her tiştî mikur dihatin. Kûr bûn awir û tûj…
Xwarina hatibû amadekirin di destên hevalan de ber bi cihê ku me yê xwarin xwariba diçû. Her hevalekî/ê tiştek girtibû destê xwe. Di destê hinekan de nan, kevçî, di destê hinekan de lalîk û beroş û di destê hinekan de giyayê ji çiyayên Kurdistan û ava mîna qeşayê.
Îro roja xatirxwestinê bû û lewma zêde bala hevalan nedikişand xwarinê. Wê kêliyeke din bi rê ketibana heval…
Dengê hin hevalan dihat, “Heval dema ez şehîd ketim, li ser min helbestekê binivîsîne temam.”
Ê din bersiv dida: “Wisa nebêje heval.”
Paşê wêne dihatin kişandin ku bêmirin bike wê kêliyê û dest bi kilamekê dikir hevalekî. Di carekê de bêdeng bû her cih tenê dengê heval û yên çivîkan…
Bi agahdarkirina hevalê fermandar êdî rêwîtiya ber bi azadiyê ve, ketibû nav liv û tevgerê. Yên mayî diketin rêzê û yên ku dê bi rê ketibana çenteyên xwe li pişta xwe dikirin, rextên xwe girê didan û silehên xwe diavêtin ser milên xwe.
Ji bo axaftinê hevalek hat hilbijartin û dema dest bi axaftinê kir heybet û ahenga di dengê wê de wateya jiyan û dahatûya gelê Kurdistan dianî ziman. Kurt bû axaftina wê; lê belê tijî bû.
Piştî axaftina wê hevalê, hevalên ew guhdar dikirin û yên dê bi rê ketibana bi yek dengî dirûşm berz dikirin: “Bijî Serok Apo”, “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok”.
Paşê yek bi yek xatir dixwestin. Dest wisa diguvaştin û dihejandin ku hest û zimanan nikarîbû bi lêv bike wê hezkirin û hevaltiyê.
Li pey wan hevalekî fişek berdidan hewayê û dîsa dirûşm berz dibûn. Ji ber çûyîneke ber bi azadiyê û rizgariyê bû.