Civaka xwezayî: Xeleka yekem a jiyana mirovahiyê

Lava Eyo

Dîroka nivîskî dîroka şaristaniya desthilatdar û mêrperest e. Nûnerê wê yê herî dawiyê jî pergala sermayedar e. Bi gotineke dîtir mirov dikare bibêje ku ev dîrok, li ser kuştin û rijandina xwîna civakê hatiye xêzkirin. Di nava vê dîrokê de desthilatdar her qala qehremanî û dagirkirina xwe ya welatan dikin û pesnê xwe didin. Di vê dîrokê de jin û civak ên xwedî ked û berhem in qet nayên, dîtin û qehremanên romanan her tim zalim û tundrew in. Her dem pergala desthilatdar jin û civakê înkar dikin. Tevî yên xwedî berhem jin û civak e, êrîşên pergalê her di serî de li hember jinê pêk hatine. Di şexsê jinê de li ser civakê destdirêjî hatiye kirin û destdirêjî li ser xwezayê jî kiriye.

Pergala desthilatdar her ked û daneheva civaka dîrokî desteser kiriye. Piştre jî wan înkar dike. Desthilatdar weke dizên malê afirîneriyên jin û civaka xwezayî xesp kirine. Jin û civakê jî dijberî pergala mêrperest û desthilatdar li ber xwe dane. Ev têkoşîn timî heye. Rastiya heyî peyîtandiye û raxistiye ber çavan ku ji destpêkê heta roja îro ya timî avaker jin e. Ev di tevahî daneyên arkeolojîk de hatiye piştrastkirin.

Ji lewra divê were fêmkirin ku ji kilanan, heya qebîle û eşîran ji wir heta gel û neteweyan xisleta wan ya xwezayî û komînal, israra wan a jiyana azad û wekhev, her wiha berxwedan û têkoşîna wan ji derveyî feraseta zanista pozîtîvîst e. Bi têgihiştineke zanyariya civakî yan jî ya xwezaya civakî divê were dîtin ku em bigihêjin rastiya dîroka civakê. Berevajî wê em ê nikaribin xwe ji feraset û hişmendiya dîroka serdestan ava kiriye rizgar bikin. Pêwîst e, em destpêkê li ser mijara zext, şer û tundiyê bisekinin. Mirovatî kengî bi tundîiyêre rûbirû maye yan jî kengî tundî nas kiriye? Tundî çawa girtiye dest, şer çawa derketiye holê? Şer çi ye û ji bo çi tê kirin? Divê em destpêkê van mijaran zelal bikin.

Weke her tiştî di mijara tundiyê jî divê mirov biçe civaka xwezayî. Ji ber heqîqeta mirovahiyê di wir de veşartiye. Tiştên di hundirê dîrokê de derketine holê, şekil girtine û heya roja îro hatine bi esasî ji civaka xwezayî tên. Ji bo mirov îro karibe danasîneke rast li ser mijarê bike, divê mirov xisûsa ‘mirov tundî çawa girtiye dest?’ lêkolîn bike. Ev pirs ji bo me girîng e û esas hînbûn di wir de ye. Mirov dikare heqîqetê ji wir nas bike û zanibe ku di civaka xwezayî de tundî, zext û şer nîne. Tişta heyî xweparastin e. Ji bo xwe biparêze dibe ku bi awayekî serî li tundiyê dabe.

Ev tundiya parastina xwe ye û xweparastin di cewherê hemû zindiyan de heye. Di wê demê de tundî bi vî awayî hatiye bikaranîn. Ango ew tundî ne ji bo yek hukim li ser yekî din bike ye. Di civaka xwezayî de pergala dayiksalarî heye. Ev pergal di heman demê de xeleka yekem a jiyana mirovahiyê yê. Di wê pergalê de parvekirina kar û klan hene. Di nav klanan de jî parvekirina kar heye. Jin çi bike diyar e. Her qebîle tiştan kom dike yan jî nêçîra xwe dike. Ew jî têra wan dike. Ev li ser bingehê pêwîstiyên jiyanî tên kirin. Di heman demê de tişta ji bo jiyanê pêwîst e parastina klanê ya li hember zindiyên xerîb in.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button