Civak bi hunerê dewlemend û bedew dibe
Ezîme Zagros

Piştî teşegirtina gerdûnê civakbûna yekem, li derdora dayika xwedavend pêk hat. Bi demê re guhertin û veguhertina xwe ya xwezayî jiya. Ev civakbûn bi hêsanî yan jî jixweber pêk nehat. Bi bandora şêweya jiyanê ya xwedavendan û bi xweşikbûna di hundirê xwe de jiya û dida jiyandin. Bêguman ev jî bi hestên paqij û bi hêza hezkirina wê hatine afirandin. Eger mirovên xwediyên hestên bilind nebin, tekez wê di ti demê de nikaribin biafirînin û xweşikbûnê bi xwe re bînin. Bi civaka ava bû jiyan xemilî û rengdar bû. Zayîn û afirandinên felsefeya wê civakê bû bihuşta li ser rûyê erdê.
Civak û asoyên wê bi vê felsefeyê pêş diket. Her wiha hunera yekitî, evîn û xweşikbûnê bi xwe re dianî. Her tevger û qîrînek nîşaneya huner û çanda bi rûmet bû. Dibe kuzanistî nebû, lê yekîtiya wê civakê bi xak û xwezayê re coş û zindîbûn ava dikir. Ew xweza dibû mîna mamosteya jiyana wan û jê fêr dibûn. Her ku ked dihat dayîn û dest dixebitîn, ewqas jî civak pêş diket û heya roja me ya îro jî berdewam dike. Her civakek bi asta hunera xwe tê naskirin û pîvandin. Em weke neteweya Kurd û gelên Rojhilata Navîn, ji ber xweşikbûn û dewlemendiya çandî ya Mezopotamya timî rastî kuştin, lêdan, talan û wêrankirinê hatine. Êrîşa yekem li ser dergûşa mirovahiyê Mezopotamyayê pêk tê. Şaristaniya dayik dibe hedef û armanc.
Wendakirina dîroka neteweyekê, guhertina nexşeya parzemînekê tê kirin. Ji holêrakirina gelekî ya ji dîrokê, tevî qirkirina fizîkî, bi rêya kuştina çand û hunera wê çêdibe. Belê, êrîş li ser fetisandina dengê zarokên me, çewisandin û binpêkirina keda dayikên me, xespkirina xemlên keçên me, kuştina xort û ciwanên me bûn reng û navê trajediya jiyana me. Vê rewşê bandora xwe li ser rengê hunera me jî kir. Êdî awazên bi jan û êş, lîstikên bêken, wêneyên stûxwar û folklora me van êşan tîne ziman û dibe dîroka me.
Huner ti carî ji dîroka gelan qutkirî nikare were destgirtin. Ti kes nikare ji dîrokê qutkirî hunerê bike. Dibe ku hinek bêjin, “Ma huner çi ye û çi pêwîstî pê heye? Ma çi pêwendiya hunerê bi civakê re heye?” Wê demê jî em dibêjin ku di serî de pêwîst e em hunerê fêm bikin.
De ka em binêrin bê naveroka hunerê çi ye û çi dide mirovan. Huner ne tenê gotina çend stranan, lîstikan, ne wesileyeke ji bo xîtabkirina hestên mirovan e. Huner bi xwe giyana mirovan e. Kesên xwedÎ hestên bilind dikarin bibin hunermend. Kesên êşên gelan, bindestan û hovîtiya serdestan his dikin, bi kurahî fêm dikin, wan êş û kêfxweşiyan bi wan hestên bilind bi zimanê xweşik ê hunerê pêk tînin, hunermendên rast in. Huner, teşeyî û ziwabûnê bi tevahî red dike. Ji ber huner bi xwe afirandin e, raman e, ziman e, giyan e. Kesên xwedî hestên lawaz û kole nikarin bibin hunermend. Ji ber di koleyan de sertewandin heye.
Bi hunerê mirov û kesayeta mirov tê avakirin. Bi hunerê civak dibe xwedî cewherên xweşik û zindî. civakê serwexet û rohnî dibe û ji taritiyê rizgar dibe. Civaka bêhuner nabe û hunera bêcivak jî nabe. Lê mixabin zanebûna me ya di vê der barê de lawaz e yan jî ev mijar dibe rojeva me ya dawî. Lê tekez divê were zanîn ku ev rastî heye. Dibe ku fêmkirina dîroka mirovahiyê ya kesên bi vî awayî nêzîk dibin kêm be. Ji ber zayîna hunerê bi zayîna mirovatiyê re çêbûye. Çalakiya civakbûna yekem bi xwe hunera herî bi rûmet e.
Hunermendê mezin, pêşengê xwedî hestên bêhempa Rêber Apo yê civak û mirovên Kurd ji nû ve afirand û vejand dibêje, “Me û gelek hunermendên dost li vê qadê hevdu nas kir. Me ji hevdu îlham wergirt. Min bi saya van têkiliyên dostane fêhm kir ku huner şêwazek e ku rastiyê rave dike. Bêguman di nava van hunermendan de ji bo min ê li rêza pêş tê Aram Tîgran e. Jixwe ez behsa naskirina wî ya li vê qadê dikim ku ji bo min xwedî nirxekî mezin ê dîrokî ye. Ji bo min hunera wî, Kurd û Kurdistana rastî bû ku dihat ziman. Di dema xwendina min a lîseyê de bû; min cara pêşî bi awayekî xweber dengê wî bihîstibû û ez ji bîr nakim ku min di ber xwe de gotibû: “Rastiya ku ev deng îfade dike, divê ji sedî sed mirov wê bide jiyîn, hem jî bi awayekî azad!”
Li ser vî esasî weke gel û mirovên azadîxwaz divê em xwedî li hunera xwe derkevin û her tim pêş bixin. Ji ber civak bi hunerê dewlemend û bedew dibe.




