Çinara Şoreşa Rojava
Gulbend Efrîn

Me agahiyek bihîst, di serdema cejnan de jî xemgîniyê seriyek li me da.
Bi vê xeberê xeml coş û kelecana Newrozê bi heznikê rêş hate xêzkirin, kilkirin.
Em heval dema bavên me diçûn ser dilovaniya xwe, valatiyeke pir mezin me nedijiya, ji ber hinek kesayetên hêja yên wekî Bavê Welat hebûn.
Ji bo me hem bav hem jî heval bûn. Çavkaniya şîret agahî û manewiyeteke pir xurt bûn. Hem hêz didan me hem nîşan dida ku hêz çawa li zarok û hevalan digere. Qet ji tiştên neyênî bandor nedibûn. Wan ew bûyer û diyarde bandor dikirin.
Yek ji wan jî Bavê Welat, hevalê Salih Muslim bû. Ez şahîde vê me.
Bavê Welat wekî çiyayekî Tu li pişta me bû, di cihê teng de nedima û sebra Eyub bi pêre hebû. Di mijara hevrêtî, hezkirin û kedê de wekî derwêşekî bû.
Cihê bawerî, moral û hêzê bû. Bawerî bi zanistiyek bi heybet di kesayetiya xwe de bi cih kiribû.
Lewra di mijarên girîng ên têkildarî geşedanan de analîz, nirxandin û şîroveyên xurt dikir û wateke mist li wan bar dikir.
Dilnizm, bi zarokan re zarok, ciwanan re ji ciwan, bi mezinan re jî şewirmendekî bû. Tevî mirov didît ku pir hestiyar e jî, di hundirê xwe de bi qasî bîrekê kûr û serwext bû. Ti carî kenê li ser rûyê xwe winda nekir. Mîna pêşiyên me digotin, her tim nûr ji rûyê wî difuriya.
Ne tenê wan dem û keliyên me bi hev re kar û xebat kir, piştî xatirxwestina Te ya bêwext jî tê her wekî xwe bimînê heval û bavê min. Wê şîretên Te ji bo me her derbasdar bin. Hêz û manewîyeta Te ji bo min wê çavkanî bin. Sebra Te ji me re wê pal û pişt bin. Hevaltiya Te ya di şert û mercên herî zehmet de wê ji bo nifşên nû bibin mînak. Heybeta Te her wekî xwe wê tirsa dilê neyaran be. Ji bo me jî wê çavkaniya her kêlî û demê be.
Ez dizanim Tu bi awayekî fizîkî ji nav me çû, lê ruhê her şehîdekî ji bo me her tim xêlî, xemla bedewiya ramanê ye. Heft mixabin xwezî Te jî wekî hevalê hêja Sirrî Sureya Onder, carek ba jî Rêbertiya me bidîta. Wan hesretên kûr, bêrîkirinên tûj bi dewrekî avê ji bîrê, Te rijandibana.
Belkî dilê me rehet biba, bav û hevalê min ê qedîm û daîm.
Ez naxwazim rondikan li ser Te bibarînim. Ji ber Tu hêjayî mezintirîn hest û rûmetan î. Tu bavê şehîdan î.
Ez vê nîvîsê diyarî malbata hêja, bav û hevalê xwe Salih Muslim, Çinara Rojava dikim. Berî Tu xatir ji me bixwazî, em ê Te bi coşa alên agirê Newrozê bipêçin. Em dibêjin Newroz Te pîroz be.
Şehîd namîrin, jîn jiyan azadî, bijî keleha berxwedanê Kobanê, bijî Rêber APO
Silav û rêzên şoreşgerî ji bo tevahî gel û hevalên wê di hizûra merasîma Te de amade bin.




