ÇIMA JIN JIYAN AZADÎ?
Rûsyar Mazlûm
Gava mirov di rastiyê de naveroka vê gotinê vedike tê dîtin ku wateya wê pir dewlemend e. Ji ber ku ya di çêbûna mirovahiyê de herî zêde jiyan afirandiye û xwedî lê derketiye jin e. Ya afirand û li derdora xwe kom kir jin bû. Jin êdî di dîroka mirovahiyê de weke afirîneriya jiyanê dihat nasîn. Jin bi zanista xwe gelek tişt çêkirin, di şexsê we de xweza bi baldarbûna wê geş bû. Li her devera ax lê bû jin li wir bi berhemên cuda re mijûl dibû. Beyî navber bide û biwestê di her keliya ku wext derbas dibû hîn zêdetir nêzî çandiniyê dibû. Bi vê nezîkbûna xwe re xweza zindî dihat dîtin. Ji ber bi mijûlbûnê ev rastî dihat dîtin ku xweza berhemdar e li vî esasî xweza zindî hate dîtin.
Bi vê yeke re weke pîrozbahî reqsaa yekem li hemberî xwezayê hate pêşkeşkirin. Bi van pêşketinan re jin pêşenga jiyanê bû. Êdî jin ya civak li derdora xwe kom dikir bû. Bi ve kombûne re her kes li ser axa Mezopotamyayê dijiya.
Jinê her kes ferî çanda exlaqî û polîtîk dikir. Bi vê yekê re jinê sîstema klan û kabîleyê pêş xist. Klan 20-25 pêk dihatin. Di nava klanan de têkiliyeke bi pîvan dihat meşandin. Têkiliya jin û zilam ne tenê ji bo zêdekirina nifşê xwe bû. Ev tekilî jî bê pîvan nedihat meşandin û rêgeza civakî ya klanê jî ev bû ku xirabî nebû, kê çi kiriba bi hev re parve dikir. Yên li gorî van rêgezan neçûba ji klanê dihat qewitandin û derbasbûna wî ya nav klaneke din negengaz bû. Ev rêgez bibû pîvana jiyanê.
Jin di civakê de wekî xwedawenda pêşeng dihat nasîn. Ev di jiyanê de tişta herî pîroz bû, lê piştre mêr bi rêya nêçîrvantiyê fêrî dekûdolab û qûrnaziyan dibe. Ev yek dibe sedem ku bi demê re di navbera xweda û xwedawendan de şer dest pê bikin, di berdewama wan şeran de hemû berhemên jinê têne desteserkirin.
Zilamê hîlebaz derdikeve pêş û hemû berhemên jinê dike yê xwe. Bi pêşketina Şaristaniya Sumeran re jinên xwedawend weke fahîşe ji Musaqadîn derdikeve. Êdî ti rol û mîsyona jinê di civaka heyî de namîne. Jina ku wekî herikandina jiyanê dihat dîtin, her kesî bawerî û hêz jê digirt dibe kole. Jina navê wê weke jiyan û gerdûn e êdî weke hebûneke bê nirx tê destgirtin. Ev rewş heta roja îro berdewam dike û weke qederekê pê dane qebûlkirin. Ti jinekê li beramberî rewşa heyî bertek raber nedikir û jin timî weke amûreke modern dihat destgirtin.
Rêber Apo hê di dema zarokatiyê de, di şexsê xwişka xwe Hawa û hevala xwe Elîf de koletiya jinê ferq kir. Bi van nakokiyan re ket nava lêgerînan. Bi pirs û bersivan dîroka jinê ya bi destê serdestan hatibû veşartin derxist holê. Bi van rastiyan re Rêbertî rewşa jinê bi “JIN JIYAN AZADΔ formule kir. Di naveroka vê gotinê de cewhera jin û jiyanê raxist ber çavan. Ji ber ku guhertin û veguhertina civakê bi azadiya jinê ve giredayî ye. Eger jin azad nebe wê civak azad nebe. Lewma girîng e afirîneriya jinê bi awayekî rast ji civaka heyî re bê vegotin. Li ser vî bingehî nasnameya ji dest jinê hatiye girtin, divê bi rêxistinbûna wê re ji nû ve bê vegerandin. Li gor vê wê jiyaneke azad û jinek azad bê avakirin. Hevjiyana azad, xweza parastin, xalên esasî ji bo afirandina jiyanêk azad e. Ji avakirina jiyanêk bi vî rengî re Rêber Apo got: “JIN JIYAN AZADÎ…”