Çelenga çiyayî û keça Dêrika rengîn: Azadî 

Barîn Sorxwîn

Mixabin û sed mixabin me fermandareke xwe ya pir hêja û delal winda kir. Em ji kûrahiya hestên xwe êşiyan û xembar bûn. Min hevala Azadî sala 2016’an nas kir. Cara pêşî min hevala Azadî li navenda YPJ’ê ya bajarê Sirînê dîtibû. Fermandar Azadî ji bo kar û xebatên beşdarbûnê hatibû wê qadê. Di karê xwe de pir cidî bû. Hevala Sorxwîn û hevala Azadî li wê qadê bi hev re dixebitîn. Di wê pêvajoyê de derfeta ez bi hevala Azadî re sohbet bikim çêbibû. Digot: “Gel jî kesayeta mirovan ferq dike û li gor wê nêzî mirov dibin.” Tişta min ji hevala Azadî fêm kir ew bû ku divê hevalên di nav gel de dixebitin, jîr û zana bin.

Heval pir ji xwe bawer û çalak bû. Di kesayeta fermandar Azadî de jina zana û rêxistinkirî bi awayekî pir zelal diyar dibû. Di kesayet û pîvanên rêveber û fermandar Azadî de jina bi hêz û jixwe bawer diyar dibû. Qehreman û çelenga Kurd a Apoyî pir aktîf bû. Qet di cihê xwe de nedisekinî û her diyar dikir ku kar û xebat ji me tê xwestin. Şêwaz û uslûba hevala Azadî bala mirovan dikişand û mirov pê kêfxweş dibû. Rêvebera me ya gaziyan Azadî pir dilnizm û xwezayî bû. Mirov ji hêza wê ya kar û xebatê matmayî dima. Pir ji jiyanê hez dikir û nirxên wê diparast. Jixwe gotineke wê ya wiha jî hebû: “Ev jiyan jiyana Rêber Apo ye. Ti mafê me tineye em wê jiyanê reş bikin. Erka me ya bingehîn ew e, em wê biparêzin.”

Her tim bi bîr dixist ku divê jin werin zanakirin û çalak bin û digot, “Ji bo jin azadiya xwe bi dest bixin û civakek azad were sazûmankirin, ev hewce dike.” Şehîda me ya fedakar û jîr pir ji jiyana komunal hez dikir.  Ji bo jiyanek azad têkoşîn dikir û diyar dikir ku divê jiyan bê azadkirin.  Hevala Azadî weke jineke azad têdikoşiya û ji me re digot, “Eger jiyan azad nebe, bila qet nebe. Em şopdarên Zîlan û Bêrîtanan in. Pêwîst e pîvanên me jî weke yên wan bin.” Hevala Azadî her weke çirûska azadiyê deng û rengê xwe veda. Hevrê Azadî di federasyona gaziyan de pir bi xwestek kar dikir û xwedî manewiyeteke xurt bû. Pir ji hevalên gazî hez dikir.

Hevala Azadî destnîşan dikir ku gaziyên şer ji bo gel û welat ji canê xwe parçe dane, divê her kes wan his bike û li gor wê nêzîk bibe. Fermandar Azadî yek ji wan jinên têkoşer bû ku mîrateyek pir dewlemend ji tevahî jinan re hişt û bû ronahiya rêya me.

Hevrê Azadî qet ferq û cudatî nedikir navbera jinên Kurd, Ereb û Suryan. Digot, “Ev gel jî ji çand, ziman û nasnameya xwe hatine dûrxistin û ji hêla serweran ve hatine pelçiqandin. Lewma pêwîst e, em li kêleka hev têkoşîn bikin û bibin avakerên pergala demokratîk. Hewce ye em ji bo wekhevî û azadiyê têbikoşin.’ Hevala Azadî weke jineke pêşeng, dilxwaza jiyana wekhev û azad her tim hewl dida rastiya Rêbertî bi gel bide naskirin û wan şiyar bike. Digot, “Çi qasî ked bidim jî ez deyndarê Rêber Apo û gelê xwe me.” Hevala Azadî her çendî di nava gel û hevalan de pir dihate hezkirin û kedkareke fedakar jî bû xwe deyndar didît û li gorî wê asta têkoşîn û berxwedana xwe timî bilind dikir. Li ser van bingehan hevala Azadî hevaltiya xwe her her tim mezin dikir, ti caran nedihişt dijmin kêfxweş bibe.

Hevrê Azadî di nav jiyanê de weke robarekî herikbar bû. Ruh û fikrên bişenga azadiyê weke lehiya biharê bi coş bû. Li hemberî kesayetên bêpîvan û bi taybet jî li dijî kesayetên xayîn û revok xwedî helwesteke tund bû. Qet li wan nedihat rehmê. Ji ber bi çanda têkoşîn û berxwedana Apoyî mezin bibû. Weke jineke Kurd a berxwedêr bi serbilindî û bi rûmet jiya. Mîna ronahiya heyvê û şewqa xwedawenda stêrkên asîman bû. Hevrê Azadî ya bişenga berbanga sibehê keça Dêrika rengîn, hevala Sozdar, Perwîn, Şeha, Xelat û Dîlanan heya bêhna xwe ya dawî ji bo azadiyê têkoşiyan. Weke heval û hevrêyên wan em soz didin hêvî, armanc û xeyalên tevahî şehîdan pêk bînin. Weke gaziyên jin em ê li ser şopa, şehîd Azadî û şehîd Sorxwîn bimeşin û tola wan rakin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button