Cejna Zimanê Kurdî li hemû dayikan pîroz be
Selena Dêrik

Zimanê pîroz ê Kurdî di cîhane de yek ji wan zimanên herî dewlemend e. Ti zimanan wek wî zimanî zext, zilm û êşkence nedît. Her hêzên êrîş anîn ser xaka Kurdistan destpêkê bi tevahî berê xwe dan zimanê Kurdî da ku bi gel bidin jibîrkirin. Ji Skender -hîn jî navê gelek çiya û deveran bi Yewnanî ne ku artêşa wî ev nav lê kirine-, ji êrîşên artêşa li ser navê Îslamê, heta desthilatdarên Tirk destpêkê li ser esasên hevalbendî û biratiyê tevdigeriyan, lê paşê bi damezirandina Komara Tirkiyeyê re êrîş û kiryarên xwe gihandin asta qedexekirina ziman jî.
Di ti rejîm û sîsteman de rêbazên bi vî rengî ku nehatine dîtin, dewleta Tirk li ser gelê Kurd bi dijwarî da meşandin. Rêbazên ev qasî kirêt û qirêj bi kar anîn da ku Kurd ji xwe û zimanê xwe şerm bikin, ji xwe birevin. Her wiha ji bo qaşo pêş bikevin jî ber bi zimanê Tirkî ve bibezin.
Lê belê, di navenda komarê de ku ev rêbaz û kiryarên qirêj li ser gelê Kurd dihat meşandin, Rêber Apo û hevalên xwe ji bo gel, ziman û xaka Kurdistan dest bi têkoşîneke wê ji serî heta binî dewleta Tirk bihejîne kirin.
Gelê Kurdistan tevî ciwan, zarok, jin, dayik, bav, pîr û kal hembêza xwe ji vê têkoşînê re vekirin.
Rêber Apo di rastiya heqîqetê de dîrok, çand û civakîbûna Kurd û Kurdistan lêkolîn kir. Pêl bi pêl dîroka hatibû veşartin derdiket ser rûyê erdê. Kurdên ji xwe, ji ziman û ji neteweya şerm dikirin û jê direviyan êdî bi serbilindî digotin, “Em Kurd in!” Hemû, êş, kêmasî, şaşî û nebesiyên di dîroka xwe de tehlîl kirin; pîrozî, rastî, başî û her tiştên ji bo mirovatiyê baş, ji felsefe û bîrdoziya Rêberê xwe wergirtin.
Di her kêliya jiyanê de, di her dirûşmên li hember hêzên dagirker berz dikirin de zimanê Kurdî sînor derbas dikirin û li tevahiya cîhanê belav dibû. Rêber Apo li ser ziman analîz pêş dixistin û her diçû zimanzan, lêkolînvan, mamoste, xwendekar û xwendevanên zimanê Kurdî zêde dibûn.
Bêguman di dîroka gelê Kurd de ku xwedî cihekî girîng e, kovara Hawar li paytexta Sûriyeyê Şamê ji aliyê wêjevan û zimanzanê Kurd Celadet Bedirxan ve 15’ê Gulana 1932’yan bi alfabeya latînî, bi zimanê Kurdî hat weşandin. Kovara Hawar kovareke polîtîk û wêjeyî bû; di hejmarên xwe de cih dida lêkolîn, çîrok û helbestên Kurdî jî. Di heman demê de ji bo fêrkirina ziman jî rûpel dihatin veqetandin.
Komîsyona ziman û perwerdeyê ya KNK’ê û Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê 2007’an 14-15-16’ê Gulanê rojên “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kirin. Bi vê mebestê her sal 14-15 û 16’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê gelê Kurd ve tê pîrozkirin. Cejna zimanê Kurdî li hemû dayikan pîroz be.