‘Cejna Ezî li hemû gelan pîroz be’

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî yê Cejna Êzî li tevahî gelan pîroz kir got, “Em dibêjin ku êdî wext hatiye em dikarin xwe bi ziman, netewe, bawerî û ola xwe pêş bixin û zana bikin. Ola Ezidîtiyê qenaet û heqîqetek e. Divê em nehêlin kes ola me bike amûrekî siyasetê.”

Cejna Êzî ya bi “Cejna Rojiya Mezin” jî tê naskirin Êzidî di sê hefteyan de, her hefteyê sê rojan rojiyê digirin. 3 rojên hefteya destpêkê rojiya şêşimsê, 3 rojên hefteya duyemîn rojiya xwedan, 3 rojên hefteya sêyem rojiya êzî ye; ew rojî rojên sêşem, çarşem, pêncşemê ne. Her hefteyek ji wate û qenaeteke zayîna gerdûnê ye. Em vê cejna ola Ezî ya pîroz li tevahî gel û baweriyan pîroz dikin.

Civaka Êzidî îsal ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê Cejna Êzî bi dilekî şikestî pîroz dikin. Civaka me ya Ezidî her sal rojî û cejnên xwe li gor salnameya Kurdî diyar dikin. Cejna Êzî îsal rastî 20’ê Kanûnê hat.

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) Laleş Êzidî bi wesîleya Cejna Ezî ji ajansa me re axivî.

‘Divê em ol û civaka xwe baş nas bikin’

Laleş Êzidî di destpêka axaftina xwe de got, “Di serî de em cejna tevahî xelkê me yê Êzidî pîroz dikin. Rojiya şêşims a hefteya destpêkê û hefteya duyemîn jî rojiya xwedan bû. Hefteya sêyem jî rojiya êzî û Cejna Êzî ye. Em vê cejnê li tevahî gelên bindest, Rêber Apo û tevahî gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin. Îsal jî gelek hevalên me yên birîndar û gazî yên Êzidî rojiya xwe girtin. Em cejna wan hevalên xwe jî pîroz dikin.”

Laleş Ezidî da xuyakirin ku cejna îsal di wextekî ku gelek birîn, êş û qeyran hene de pêşwazî dikin û wer axivî, “Bi hilweşîna rejîma Esed re çeteyên girêdayî dewleta Tirk li deverên weke Şehba, Til Temîr gelek komkujî pêk anîn.  Ev êrîşên qirkirinê hê jî didomin. Di rewşeke wer xemgîn û bi êş de em cejna xwe pêk tînin. Helbet ya ji civaka me ya Êzidî tê xwestin ew e ku xwe di ol û baweriya xwe de kûr bikin. Em ol û civaka xwe divê rast nas bikin. Li ser vî esasî em ê karibin ola xwe jî biparêzin, bi gel û civakên din jî bidin naskirin.”

Di dewama axaftina xwe de Laleş Êzidî bal kişand ser nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî civaka Êzidî û got, “Rêber Apo diyar dike ku civaka Êzidî ji ber ew qasî teng û girtî ma nikarî xwe bi civakên derdorê re bide naskirin û rastî gelek qirkirinan hat.  Rêber Apo di heman demê de destnîşan dike ku eger civaka Êzidî ew qasî teng û girtî nemaba wê zû asîmîle biba û heliyaba. Ji ber siyaseteke pir kûr a hêzên serdest li hember Êzidiyan heye.”

‘Pêwîst e em li dora şervanên heqîqetê bibin yek’

Laleş Êzidî anî ziman ku êdî wext hatiye civaka Êzidî rêxistinbûna xwe bêhtir pêş bixe û got, “Em dibêjin ku ola Ezidîtiyê qenaet û heqîqetek e. Divê em nehêlin kes ola me bike amûrekî siyasetê. Em hêvîdar in tevahî civaka me xwe di vê rastiyê de kûr bike. Pêwîst e civaka me ya Êzidî li dora şervanên heqîqetê yên xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî perwerde kirine bibin yek.”

Endamê FGBRS’ê Laleş Êzidî wiha dawî li axaftina xwe anî, “Em careke din cejna Ezî li Rêber Apo yê ji bo civaka me xwe rêxistin û zana bike kedeke mezin da, dîsa li tevahî şehîdên azadiyê yên ji bo civaka me ya Êzidî li Rojava û Şengalê karibin bi azadî bijîn, têkoşîn kirin û li gelên xwe pîroz dikin. Em hêvîdar in ku cejna îsal bibe cejna xêr û xweşiyê, her wiha bibe cejna azadî, biratî û pêkve jiyana gelan.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button