Bihar hestên azadiyê watedar dike

Viyan Gabar

Bi hatina demsala biharê em xatir ji zivistanê dixwazin. Demsala biharê bi kirasê xwe yê bedew û rengîn xatir ji berfa li ser lûtkêyên heybet ên Toros û Zagorsan dixwazê. Bihar heqîqeta azadiyê ji mirovan re vedibêjê.

Deşt û newal, gelî û zozan bi herikîna avê re govenda azadiyê digerînin. Hemû zindiyên li erdnîgariya Kurdistan û Mezopotamyayê  bi coş û heyecana biharê re awazên xwe yên rengîn, destan û çîrokên xwe ji hev re vedibêjin. Bihar, bêdewiya gerdûnê nîşanî mirovan dide. Hestên azadiyê watedar dike.

Bihar pira di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê da ye. Bihar roniya berxwedan û jiyanê ye. Çawa Kawayan bi agirê Newrozê mizgîniya rizgariya gelan û bihar pîroz kirin,  8’ê Adarê jî jin li dijî koletiyê dengê xwe bilind kirin.  Cîhan bi rengê Jina Azad û Newrozê tê xemilandin.

Bêguman herî zêde jî mîmarê azadiyê Rêber Apo, şehîdên doza azadiyê bi canê xwe agirê Newrozê û 8’ê Adarê geş kirin. Pêşengên leheng Mazlûm û Sema bûn sembola jiyana rasteqîn. Ew bûn heqîqet û xweşikiya bihara rengîn. Bi têkoşîn, berxwedan, fikir û ramanên xwe her demsal kirin bihar.

Her sal bi hatina biharê re bi kelecan û coş derdikeve asta herî bilind. 8’ê Adarê bİ reng û dengê jinên azadîxwaz dixemile, 21’ê Adarê jî bi agirê serhildanê geş dibe. Evîn û kelecana biharê mîna şewqa Rojê li ser rûyên zarokên welatê min ronî dibe.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button